Çalakiya Cizîrê rastî êrîşa polîsan hat: 15 kes hatin binçavkirin

Daxuyaniya ku Koordînasyona Ked û Demokrasî ya Stenbolê bi armanca rizgarkirina birîndarên ku li jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê 13 roj in têkoşîna jiyanê didin hewl dan li Qada Galatasarayê bidin rastî êrîşa polîsan hat.

Daxuyaniya ku Koordînasyona Ked û Demokrasî ya Stenbolê bi armanca rizgarkirina birîndarên ku li jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê 13 roj in têkoşîna jiyanê didin hewl dan li Qada Galatasarayê bidin rastî êrîşa polîsan hat. Polîsên bi ava şid û guleyên plastîk êrîşî girseyê kirin, zêdetirî 15 kesan binçav kirin.

Daxuyaniya ku Koordînasyona Ked û Demokrasî ya Stenbolê bi armanca rizgarkirina birîndarên ku li jêrzemîna wehşetê ya li Taxa Cûdî ya navçeya Cizîra Şirnexê 13 roj in têkoşîna jiyanê didin û 4 roj in agahî nayên girtin hewl dan li Qada Galatasarayê bidin rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan beriya girse kom bibe qad bi tedbîrên awarte yên ewlehiyê dorpêç kir, her çar aliyên Galatasarayê girtin.

Girseya hat qadê dowîzên, “Wehşeta li Cizîrê rawestînin, birîndaran rizgar bikin” vekirin. Girseyê li hember anonsên mudaxeleyê yên polîsan li qadê dest bi çalakiyê rûniştinê kir, dirûşmeyên, “Qatil Dewlet Wê Hesap Bide”, “Her Der Cizîr Her Der Berxwedan”, “Bijî Berxwedana Cizîrê” berz kirin. Girseya di bin siha TOMA’yan hewl da daxuyaniya çapemeniyê bide rastî êrîşa polîsan hat. Polîsên ku bi ava şid û guleyên plastîk ên tijî toza îsotê êrîşî girse û rojnamevanan kirin, zêdetirî 15 kesan bi derbkirinê binçav kirin.

...