Di daxuyaniyê de hat ragihandin, meşa çalakgerên enternasyonalîst ên ji welatên cuda yên Latîn Amerîka, Ewropa û Rojhilata Navîn, bi rengekî serketî didome û hat gotin, "Meşa me weke parçeye ji meşên dirêj ên xwecihî yên li 24 herêmên cuda yên Ewropayê dewam dike."
'YA KU ME LI HEV CIVANDIYE, HÊRS Û ARMANCÊN ME NE'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke 70 çalakgerên enternasyonalîst ên ji 17 welatên cuda, em bi fikar, hêrs û armancên xwe yên hevpar li hev civiyan e. Fikar û hêrsa me, ji ber tine hesibandina qada demokratîk, cihêrengî, azadî û zexta li nasnameyan e."
'BI KRÎMÎNALÎZEKIRINA ME RE HEWL TÊ DAYÎN GELÊ KURD TENÊ BÊ HIŞTIN'
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser polîtîkayên faşîzma AKP'ê û hat gotin, "Yek ji gelên ku herî zêde dibe hedefa zext û zordariya dewletên serdest û hêzên mêtînger, gelê Kurd e. Bi taybetî, hikûmeta AKP'ê ev 2 sal in, baweriyan weke amûrek ji bo cihêkirina civakê ji hev, bi kar tîne. Li aliyê din, ji bo gelê Kurd di nava kontrol û serdestiya xwe de bigire, rêbazên zordariyê û şer hem li nava welêt, hem jî li derveyî welêt dişidîne. Bajarên Kurd lê dijîn tên hilweşandin, nûnerên siyasî yên gelê Kurd dîl tên girtin, destketiyên demokratîk bi rêya qeyûm tên desteserkirin, rêxistinên civakî yên sivîl ên ku civakê ji bo pêwîstiyên xwe ava kiriye tên girtin û ji bo kesek li vê nepirse, çapemeniya azad û mûxalîf tê astengkirin. Dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya dij bi Kurd, li ser hemû hêzên serdest û hevalbendên xwe yên li gelemperiya cîhanê ferz dike, hewl dide Tevgera Azadiyê ya Kurd li qada navneteweyî qaşo weke rêxistineke 'terorîst' nîşan bide û bi rengekî bê rehm krîmînalîze dike. Em hêzên ku destekê didin têkoşîna rewa ya gelê Kurd, me jî krîmînalîze dike û bi vî rengî hewl dide tevgera Kurd îzole bike."
'RANEBÛNA LI BER ÎNKARÊ TÊ WATEYA HEVPARIYA SÛC'
Daxuyaniya çalakgerên Meşa Dirêj a navbera Luksembûrg û Strasboûrgê wiha dewam kir:
"Hêzên navneteweyî dixwazin, li Sûriyeyê şerê çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê û gelan derxînin. Li dijî gelê Kurd ku li hemberî hêzên antî demokratîk ji bo jiyanê têdikoşe, dewleta Tirk destekê dide çeteyan. Ev şer, bi dagirkirina Bakurê Sûriyeyê re hê bêhtir tê dîtin. Bi vî rengî hewl tê dayîn, destketiyên demokratîk ên gelê Kurd ji holê werin rakirin. Polîtîkaya înkar û tinekirinê, ku ev 100 sal in li dijî hebûna gelê kurd tê meşandin, îro li nava tevahiya civakê tê belavkirin. Ev yek jî nîşan dide; li cihekî ku gelek hatiye înkarkirin, ti gel bi rastî jî azad nabin. Ancax di bin zexta serdestan de weke hevparê sûc ê polîtîkayên wan ên qirêj, dikarin hebûna xwe biparêzin."
'ŞOREŞA ROJAVA LI DIJÎ MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST, SERKETINA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK E'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser têkoşîna azadiyê ya li Rojavayê Kurdistanê û hat destnîşankirin, ku Rojava nîşanî her kesî da, ku li dijî netewe dewletê, sîstema kapîtalîzm û patriyarkalê, cîhaneke din pêkan e.
Hat ragihandin, Şoreşa Rojava Şoreşeke Jinê ye û hat gotin, "Bi pêşengiya jin û ciwanan, civakê qadên xwe yên jiyanê ji nû ve bi dest xistiye. Neteweya demokratîk ji bo Kurdistanê û sîstema konfederal a demokratîk li Rojhilata Navîn û cîhanê, ji bo tevahiya mirovahiyê modeleke alternatîf a jiyanê ye. Ev yek, serketina modernîteya demokratîk li dijî modernîteya kapîtalîst e."
'DÎLGIRTINA OCALAN SÛCÊ DÎROKÎ YÊ HÊZÊN MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST E'
Çalakgeran dan xuyakirin, ku dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcê dîrokî yê hêzên modernîteya kapîtalîst e û herî dawî, li dijî faşîzmê banga têkoşîna hevpar kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de, ji bo meş û mîtînga 11'ê Sibatê roja Şemiyê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, banga tevlîbûnê li gelan hat kirin. Çalakgeran bang li saziyên Ewropayê, bi taybetî Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kirin, ku bi erk û berpirsyariya xwer abin.
Çalakgerên Meşa Dirêj gotin, "Roj, li dijî faşîzmê roja têkoşîna bi yek dilî ye.
Roj, li dijî modernîteya kapîtalîst roja afirandina sîstem û hêza jiyana alternatîf e."