Çalakgerên Meşa Dirêj a Luksemboûrgê gihişt Strasboûrgê
Çalakgerên Meşa Dirêj a 1'ê Sibatê li Luksemboûrgê ku bi şîara 'Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû' destpêkiribû, gihişte Strasboûrgê.
Çalakgerên Meşa Dirêj a 1'ê Sibatê li Luksemboûrgê ku bi şîara 'Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû' destpêkiribû, gihişte Strasboûrgê.
Çalakgerên ku gihiştin Strasboûrgê ji aliyê Nanevda Civaka Kurd a Demokratîk û bi dehan Kurdistaniyan ve hatin pêşwazîkirin.
Meşa Dirêj a bi tevlîbûna nûnerên 15 saziyên Kurd û nêzî 70 dostên Kurdan îro beşa dawî ya Meşa Dirêj ku 25 kîlometre meşiyan, saet 15:40'an de gihiştin Strasboûrgê.
PIŞTÎ PÊŞWAZÎKIRINÊ WÊ Lİ TAXA ELSAÛ YÊ BERNAME WERE ÇÊKIRIN
Çalakgerên ku xwe gihandin lokala li taxê a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, ji aliyê Kurdistaniyan û gelê Fransayê ve bi dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Çalakgerên Meşa Dirêj piştî pêşwazîkirinê wê li Centre Social et Cuturel bernameyek pêşkêş bikin û derbasî Elsaû yê bibin.
Dİ GELEK CİHAN RE DERBAS BÛN Û 265 KÎLOMETRE MEŞİYAN
Çalakgerên ku 1'ê Sibatê ji Luksemboûrgê dest bi meşê kirîbûn, di roja 2 de gihiştin bajarê Fransa Thionville û bi rêzê ve li Talange, Landremont, Saînt Avold, Loupershoûse, Sarre-Ûnîon, Phalsboûrg û bajarokê Wasselonne bi cih bûn.
Çalakgerên ku vê sibehê ji bajarokê Wasselonne ketin rê û heta Strasboûrgê 27 kîlometre rê çûn, bi giştî 265 kîlometre meşiyan. Di tevahiya meşê de bi hezaran belavok belavkirin.
ÊRÎŞÊN FAŞÎSTAN Û PROVAKASYONÊN WAN VALA HATE DERXISTIN
Di rê de êrîş û provakasyonên komaleyên Tirk organîze dikir li bajarokê wekî Sarralbe, Sarre-Ûnîon, Saverne û Wasselonne vala hate derxistin. Hinek cihan sekna hêzên ewlekariya Fransayê baldikişand, lê duh êvarê li bajaroka Wasselonneyê salona ku çalakvan lê diman, tedbîrên ewlekariyê balkişand.
Duh êvarê komekî 20, 30 kesî pêk dihat xwestin êrîşê girseyê bikin lê mudaxaleya Kurdîstaniyan û polîsan ve êrîş vala hate derxistin.
Di meşê de Kurdîstaniyên ku ji deverê Lorraîne , Alsace yê û herêmên cuda yên Elmanyayê hatibûn beşdarê meşê bûn.
Meşa dirêj a ku 1'ê Sibatê ji Luksemboûrgê bi tevlîbûna nêzî 70 enternasyonalîstên şoreşger ên ji Arjantin, Îspanya, Katalanên Baskê, Îngilîz, Fransa, Elman Swîsreyê tevlî Meşa Dirêj bibûn.
Çalakgerê Meşa Dirêj wê sibehê tevlî meşa protestoya komploya 15’ê Sibatê ku wê li Ewropayê bi beşdariya deh hezar Kurdistanî û dostên wan bê lidarxisitin bibin.
Cara yekeme ku li Ewropayê meşekî dirêj a ku piranî enternasyonalîstên dostên Kurdan beşdar bûne hate lidarxistin.