CÎK: Parastin û jiyankirina zimanê Kurdî wezîfeyeke olî ye

Civaka Îslamiya Kurdistan 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û diyar kir ku parastin û jiyankirina zimanê Kurdî, wezîfeyeke olî, exlaqî û civakî ye.

DAXUYANIYA LI SER CEJNA ZIMANÊ KURDÎ

Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek nivîskî weşand.

Di peyamê de ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê banga têkoşîna civakî hate kirin û wiha hate gotin: “Hebûna her mirovekê bi ziman tê hîskirin û fêmkirin. Jiyan destpêkê bi zimanê dayikê tê tenefuskirin. Zimanê dayikê mîna şîrê dayikê ye. Ol destpêkê di zimanê dayikê de tê fêmkirin. Zimanê dayikê nasname û azadiya gelekî ye. Gelê Kurd çiqas xwedî li zimanê xwe derbikeve û di jiyana rojane de bi kar bîne, ew qas wê nêzî azadiya xwe bibe. Eger em bixwazin hebûna gel û dîroka xwe ya qedîm biparêzin, divê em li her qadê xwedî li zimanê xwe yê dayikê derbikevin.”

‘XWEDÎ DERKETINA LI KUDÎ, WEZÎFEYA HER KURDEKÊ YE’

Di peyamê de hat diyarkirin ku ev sedsal in Kurdistan li her çar parçeyan tê dagirkirin û ev tişt jî hatin gotin: “Dagirkeran destpêkê zimanê me qedexe kirin û qirkirin li me ferz kirin. Em bang li gelê xwe dikin, olê xwe bi zimanê xwe fêr bibin. Destûr nedin ku li ser navê ol we asîmîle bikin. Ji bo gelê Kurd wezîfeyeke olî ye ku zimanê xwe yê dayikê fêr bibe û bi zimanê xwe jiyan bike. Her Kurdek divê vê yekê weke wezîfeyekê ji xwe re qebûl bike û li gorî wê bijî. Em di her qada jiyanê de zimanê xwe bi kar bînin. Fêrkirin, jiyankirin û parastina zimanê me siberoja me ye. Perwerdeya bi zimanê Kurdî mafekî olî, mirovî, wijdanî û hiqûqî ye. Mafekî xwezayî yê gelê me ye. Ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê yê fermî, divê em li her qadê têbikoşin. Bi vê wesîleyê em car din Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin û ji bo zimanê me jiyankirin, em banga geşkirina têkoşîna civakî dikin.”