CÎK’ê Newroz pîroz kir
Civaka Îslamî ya Kurdistanê Newroza 2020’an pîroz kir û got ku “Werin em bi hev re pêşiya Dehaqên hemdem Erdogan bigirin.”
Civaka Îslamî ya Kurdistanê Newroza 2020’an pîroz kir û got ku “Werin em bi hev re pêşiya Dehaqên hemdem Erdogan bigirin.”
Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî Newroza 2020’an pîroz kir.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Gelê Kurd yê berxwedêr û fedakar!
Di dîroka mirovahîyêde rolekî we yê berbiçav û qehreman heye. Ev rol îro jî didome. Gelê Kurd ji serdema Dehaqên xwînmij û heta îro li ber xwe dide. Gelê Kurd tu carî têk neçûye.
Zarokên mirovahiyê her tim di hembêza Kurdistanê de hatine xwedîkirin. Zalimên wekî Nemrûd û Dehaq çi qasî zordarî kirine jî Îbrahîm û Kawayan tovên mirovahî û azadiyê çandine û di dîroka mirovayetiyê de bi ser ketine. Îro jî Dehaq û Nemrûdên serdema me Erdogan û hevalên wî ji bo ku azadî û wekhevî bi ser nekeve, zilmê dikin.
Bi navê olê Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Cizîr, Şengal, Kerkûk, Efrîn û herî dawîn jî Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin.
Ji bo ku em jî li ba Xwedê û di dîroka mirovayetiyê de cih bigirin em li dijî zaliman Newrozê pîroz bikin.
Werin em tev bi hev re, Newroza îsal bikin Newroza xelasî û azadiyê. Werin em tev bi hev re, bibin neviyên Îbrahîm û Kawayan. Werin em tev bi hev re, pêşî li Nemrûd û Dehaqên hemdem Erdogan û hevalên wî bigirin. Werin em tev bi hev re, Newroza 2020’an bikin Newroza serkeftina, azadî, aşitî û wekhevîyê.
Li ser van pîvanan em Newroza gelê xwe û ya hemu gelên azadîxwaz pîroz dikin.”