CÎK’ê nerazîbûn nîşanî êrîşan da

Civaka Îslamî ya Kurdistanê ku nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk da got: “Li Kobanê dayik û xwişkên me li malên xwe tên bombekirin. Li Şêladizê û Kunemasiyê zarok û ciwanên me tên bombekirin.”

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) daxuyaniyek nivîskî da û got: “Dîrok rawestiyaye, zalim Dehqa rabûye û nefes li Rojhilata Navîn çikandiye, neviyên Keyaser ê fermandarê Împeratoriya Med rabin!

Neviyên Selaheddînê Eyûbî ê fermandarê mezin ku li Rojhilata Navîn edalet fêrî emperyalîstan kirî!

Kurdên ku mucahîdên mezin ên Şêx Seîd û Seîdê Kurdî, gelê şêxan û aliman rabin!

Zarokên ji bo dîn, şaristanî û mirovahiyê malovanî kirî rabin!

Erdogan ê sonda qirkirina miletê me xwariye, Kemalîstên sor û kesk her roj gelê me qetil dike. Bê wijdan kesên Kurdî daxivin û stranan dibêjin qetil dikin. Siyasetmedarên me di zindanan de dirizînin. Mizgef, gor û medreseyên me dihilweşînin.

Li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava li her derê me qetil dike.

Li Kobanê dayik û xwişkên me li malên xwe tên bombekirin. Li Şêladizê û Kunemasiyê zarok û ciwanên me tên bombekirin. Kurdistanê dişewitîne. Ziman, ol û baweriya me tine dike. Li gel Emerîka û Rûsya hevpar tevger dikin, bê destûr û niyeta wan nikarin vê hovîtiyê bikin.

Divê li dijî vê qirkirina topyekûn hemû Kurd rabin. Çi ji destê kê bê bila bike. Niha neke sibe direng e.

Ji ber van qetlîam û qirkirinê kî/ê bêdeng bimîne û têkoşînê neke li ber Xuda û mirovahiyê gunehkar û berpirs e.

Roj roja îtifaq û yekîtiyê li dijî van xwînmijan roja têkoşînê ye.

Roj roja bûna layiqî, kalik, şehîd, gel û xaka xwe ya pîroz e. “