CÎK: Şêx Seîd û hevrêyên wî nayên jibîrkirin

Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) di salvegera 95’emîn a darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de got ku, “Neviyên Şêx Seîd li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava tola Kurdistanê hiltînin.”

Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) di salvegera 95’emîn a darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya CÎK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“ Şêxê mucahît û rêhevalên wî nayên jibîrkirin! Kujerên Şêx Seîd û rêhevalên wî îro jî dixwazin fermana miletê wî rakin lê neviyên Şêx Seîd li Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava tola Kurdistanê hiltînin. Di salvegera 95’emîn a darvekirina Şêx Seîd û rêhevalên wî de, em hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin. Rehmet û bereketa Xwedê li ser ruhê pak ê hemû cangorî û şehîdên welatê me be.

Werin em salvegera şehadeta şehîdan ji bo pêkanîna armanca wan bi ruhekî seferberî ji bo azadiya welatê xwe têbikoşin. Werin em em neyar û qatilên wan ê ol, mirovayetî û milletê xwe ji ser axa pîroz Kurdistanê derxînin. Yên îro li dijî dagirkeriyê têdikoşin neviyên şehîdan in. Kesên dîtir ên ku navê wan Kurd e û ji bo miletê xwe tu karekî nakin, ew bi tenê xwefiroşiyê dikin û ji bo berjewendiya malbatê dixebitin, ew hevalbendên dewleta mêtinger in. Hinek ji wan jî bi şaşikê digerin û hevkariya neyaran dikin.

Lê îro têkçûna kujerên Şêx Seîd nêztir bûye. Tifaq û hevgirtina gelê me, wê kujerên me têk bibe. Şefeqa azadiyê nêztir e. Em ê bi azadkirina Kurdistanê armanca wan bi cih bînin. Dem dema karkirin û xebatê ye. Tolhildan ev e ku em dagirkeran ji ser axa xwe ya pîroz derxînin.”