Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Tecrîda li Îmraliyê dewam dike

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaland ewam dike û CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî dibin sedem ku tecrîd girantir bibe.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, li ser hevdîtina ku Mehmet Ocalan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "12'ê Çileya 2019'an muwekîlê me Birêz Ocalan birayê xwe Mehmet Ocalan dît. Weke ku raya giştî zane, hevdîtin di nava şert û mercên ne asayî de li derveyî prosedura hevdîtinê pêk hat. Ev hevdîtina ku muwekîlê me bi malbata xwe re kir, piştî hevdîtina heyeta HDP'ê ya 5'ê Nîsana 2015'an, hevdîtina duyemîn e ku pêk hatiye. Piştî hevdîtina destpêkê, ji ber fikarên li nava raya giştî ya demokratîk û zexta giran, bi heman armancê 11'ê Îlona 2016'an hevdîtinek bi heman rengî hatibû kirin."

'JI SALA 2011'AN Û VIR VE EM NIKARIN WÎ BIBÎNIN'

Di daxuyaniyê de işaret bi tecrîdê hate kirin û hate gotin, "Birêz Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikare parêzerên xwe bibîne. Hejmara serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê hatine redkirin 781 e. Ji Adara 2015'an û vir ve derfetên têkilîdanîna bi Birêz Ocalan û sê muwekîlên me yên din, ji holê hatine rakirin.

Ji 15'ê Tîrmeha 2016'an û vir ve bi hincetên 'keştî xerabe ye' û 'rewşa nebaş a hewayê' mafê Birêz Ocalan û muwekîlên din ên hevdîtina bi parêzeran re bi awayekî kêfî tê astengkirin. Ji 20'ê Tîrmeha 2016'an ve bi 'Rewşa Awart' û ji 21'ê Tîrmeha 2016'an ve jî bi biryarên dadgehê tê astengkirin. Li gel astengkirina hevdîtinan bi biryarên 1. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, heta niha mafê têkilîdanîna bi telgraf, telefon û nameyan jî hatiye qedexekirin. Bi vî rengî têkiliya wan bi temamî bi derve ve hatiye birîn. Ev rewş tê wateya 'tecrîda mutleq'.

'HIQÛQ LI ÎMRALIYÊ NÎNE'

Bi van pêkanînan û yên mîna wan re, hiqûq tine hatiye hesibandin, li gorî şexs hatiye birêvebirin û li Îmraliyê gelek mînakên bi vî rengî heta niha rû dane. Bi qanûnên bi taybetî ji bo Birêz Ocalan, bi biryarên dadgehê û kiryarên li dijî wî re Girtîgeha Girava Îmraliyê weke qadeke kêfî ya li derveyî hiqûqê tê birêvebirin.

NERAZÎBÛNA LI CPT Û DADGEHA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ

Ji ber ku mafên mirovan bi xurtî nayê şopandin û kontrolkirin, ji ber ku saziyên navneteweyî di vî warî de bêdeng in û nerazîbûnê nîşan nadin, tecrîd di vê asta giran de tê meşandin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) der barê tecrîdê de ku gihaştiye asta êşkenceyê biryarê nadin, ya jî biryarên xwe naşopînin. Ev yek dibe sedem ku tecrîda mitleq girantir bibe.

Ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve rastiya heyî ya li Îmraliyê statuya girtîgeheke li ser zemîna qanûnî nîne. Lİ derveyî sîstema hiqûqê hatiye avakirin. Ya ku hatiye kirin, ev sîstem roj bi roj li nava civakê hatiye belavkirin. Ji ber vê yekê li dijî sîstema Îmraliyê pêwîstî bi nêzîkatiyeke hevgirtî heye.

‘TECRÎD NEHATE RAKIRIN’

Li ser vî esasî di 12’ê Çileyê de rêzdar Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re ji bo teyîdkirina jiyan û tendirustiyê hevdîtik pêk aniye û ev nayê wateya ku tecrîd ji holê hatiye rakirin. Bêguman gelekî girîng e ku piştî 28 mehan bi wî re hevdîtinek pêk hatiye. Agahiyên derbarê tendirustî û şertên wî yên jiyanê yên rêzdar Ocalan hemû jî girîng in. Bendewariya raya giştî jî ev cîddiyet derxistiye holê. Vê nêziktêdayînê careke din diyar kir ku raya giştî qîmeke çawa dide rêzdar Ocalan. Lê ji ber hincetên derhiqûqî û şertên tecrîdê ne diyar e ku ew ê careke din kîngê têkilî bi wî re were dayîn. Daxwaza hevdîtinê ya parêzerên wî ya di 16’ê Çileya 2019’an de jî hatiye redkirin.

Wekî ku me diyar kir têkiliya rêzdar Ocalan bi cîhanê re hatiye qutkirin. Mafên wî yên herî sereke hatine binpêkirin, mafên wî yên tendirustî, parastin û ragihandinê hatine astengkirin. Vê hevdîtina îstîsnayî nayê wateya ku mafên zagonî bi cih hatine.

‘DIVÊ MAFÊN WÎ WERIN PÊKANÎN’

Em bi israr diyar dikin ku maf û azadiyên bingehîn ên ku li gorî peymannameya navneteweyî û zemîna destûra bingehîn de hatine mîsogerkirin bi tu awayî divê nebin mijara nîqaşê û astenkirina van mafan jî nayê qebûlkirin. Ji ber vê jî muwekîlê me rêzdar Ocalan bêyî îstîsna divê mafên wî yên zagonî werin pêkanîn û jixwe ev tişt şertekî hiqûqê ye.”