Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê: Li Imraliyê 'tecrîda hiqûqî' heye!

Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê got, ''Li Imraliyê li ser tecrîda sosyal û fizîkî ya hiqûqî jî heye''.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku her cure mafê ragihandinê yê miwekîlê wan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye birîn û got: “Têkildarî dosyeya cezayên dîsîplînê  bi tu awayî bi parêzeran nehat parvekirin. Ji parêzeran re revandin û teqez kirin. Ev jî îşareta tecrîdkirina hiqûqê ye ku li tecrîdkirina civakî û fizikî ya Îmraliyê zêde kirin.” 
 
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan daxuyaniya nivîskî da. 
 
‘TÊKILIYA MIWEKÎLÊ ME BI DERVE RE HATIYE BIRÎN’ 
 
Daxuyaniya Buroyê  wiha ye: “Destûrê nadin em  parêzer bi miwekîlê xwe Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Çûyîna malbatan jî tê astengkirin. Li gel vê yekê jî dosyeyên têkildarî Birêz Ocalan nadin parêzeran. Tecrîdek girankirî ya ku cihê wê di hiqûqa gerdûnî de nîne li ser Birêz Ocalan pêk tînin. Bi vê pergala tecrîdê re jî bi awayek dij hiqûq hemû mafên ragihandinê ya Birêz Ocalan tê astengkirin. Mafê hevdîtin, telefon, telgraf û nameyan asteng dikin. Bi cîhana derve re hemû têkiliyên wî hatine birîn. Li dijî van astengkirina hemû serlêdanên me yên ji bo daraza neteweyî ve bi awayek kêfî û bêhiqûqî bêencam dimîne. Em bi dijhiqûq û muameleya kêfî re hevrû mane. Ev jî dide nîşandan ku Girtîgeha Îmraliyê li derveyî qada hiqûqî dihêlin. Der barê Birêz Ocalan, Birêz Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê qebûlkirina ziyareta 3 mehan hat astengkirin û bi vê astengkirinê re pêvajoya hiqûqî –derket holê. Di çarçoveya vê pêvajoya hiqûqê de miwekîlê xwe me xwedî mafê parastin û dikaribe agahî bide raya giştî ye.
 
CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ JI PARÊZERAN RE RANAGIHÎNIN 
 
Serlêdan hevdîtin ji bo Birêz Ocalan û miwekîlên din heta 20’ê tîrmeha 2016’an bi hêcetên wek “keştî xerabe ye” û “muxalefeta hewayê” dihatin astengkirin. Piştî vê dîrokê 1’emîn Dadgeh Înfaza Bursayê li dijî hiqûqê hêcet nîşan da û hevdîtinan asteng kir. Biryarên têkildarî dij hiqûqiyê rêya asayî ya darazê hat astengkirin. Dosyeya veguhistin Dadgeha Destûra Bingehîn. Piştî vê dîrokê dadgehê di 4’ê îlona 2016’an de hevdîtina li gel Birêz Ocalan û girtiyên bi her awayî asteng kir. Tevî hemû hewldan û serlêdanên me jî bi tu awayî serlêdanên me nayên qebûlkirin û hemû tên astengkirin. Cezayên dîsîplînê yên tên destpêkirin bi parêzeran re nayê parvekirin. Hemû serlêdanên me yên hevdîtinê bi awayên bêhiqûqî tên bersivandin. 
 
NAVEROKÊ BI ME RE PARVE NAKIN 
 
Serlêdanên me tên redkirin û di pergala UYAP’ê de divê navê parêzeran di dosyeyê dê bê bicihkirin lê parêzeran li dosyeyê zêde nakin. Ev yek jî di serlêdana 5’ê cotmeha 2018’an de derket holê. Her hefte serlêdanên me tên kirin, lê em bi bersivên red û astengiyê re rû bi rû dimînin. Naveroka tu astên dosyeyê bi parêzeran re nayê parve kirin. Ev geşedanên diqewimin bi Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewrûpa (CPT) re jî tên parvekirin. Em  Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, darazê vedixwînin ku li gorî rêgezên bê tevgerkirin û daxwazên me neyên piştguhkirin.”