Buroya DKP’ê bû buroya HDP’ê

Buroya Partiya Komunîst a Elman (DKP) ya li bajarê Munîhê, veguhertin buroya hilbijartinê ya HDP’ê.

Buroya Partiya Komunîst a Elman (DKP) ya li bajarê Munîhê, veguhertin buroya hilbijartinê ya HDP’ê. Hevserokê DKP’ê  Schamberger da zanîn ku piştgirîdayîna ji bo HDP’ê peywireke enternasyonalîst e. Berdevkê Platfoma Hilbijartinê ya HDP’ê ya Munîhê Acîl jî bang li her kesî kir ku bi ruhê seferberiyê bixebitin.

DKP’ê bi armanca piştgiriya ji bo HDP’ê buroya xwe veguherand buroya hilbijartinê ya HDP’ê.

Hevserokê DKP’ê Kerem Schamberger got ku divê ji bo HDP’ê piştgirî bê dayîn û wiha berdewam kir: “HDP’ê hemû bindestên Tirkiyeyê anî cem hev. Em wek komunîst piştgiriyê ji bo xwe wek peywirek enternasyonalîst dibînin. HDP wê bendê derbas bike.”

Berdevkê Platforma Hilbijartinê ya HDP’ê ya Munîhê Yilmaz Acîl jî got ku bi 16 komîsyonên hilbijartin û 15 kesên dildar re xebatê dimeşînin, derbaskirina bendê girêdayî xebata wan e û banga seferberiyê li hemû kesî kir. Acîl got ku têkildarî hilbijartinê her agahî dikare ji  vê nûmareya '01731301404' bê girtin.