Bûlwara Champs Elysee a Parisê li trafîk hate girtin
Kurdistanî ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar bikin, Bûlwara Champs Elsee ya Parisê li trafîkê girtin.
Kurdistanî ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar bikin, Bûlwara Champs Elsee ya Parisê li trafîkê girtin.
Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Fransa Parisê dijîn, ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar bikin, bûlwara Champs Elysee ya Parisê li trafîkê girtin û çalakiya bê îteatiya sivîl kirin.
Kurdistaniyên ku tevî dostên xwe danê êvarê li ber Qesra Elysee li hev civiyan, sê saetan dirûşmên "Efrîn bi tenê nîne", "Ewropa destekê dide Erdogan ê kujer" qîriyan.
Girseya gel piştre li bûlwara herî mezin a Parisê li bûlwara Champs Elysee çalakiya rûniştinê kirin û çalakiya bê îteatiya sivîl pêk anîn.
Endmaê Ciwanên Azad li vir axivî û ji bo berxwedana Efrînê banga xwedîderketinê kir.