Bûlût û Emîn li Goteborgê hatin bîranîn

Gokhan Bûlût (Hamza Tolhildan) ku 25'ê Tîrmehê ji ber êrîşa dewleta Tirk li Duhokê şehîd bû û Rênas Emîn (Rûbar Hebûn) ê 7'ê Tebaxê li Xakurkê şehîd bû li bajarê Goteborg ê Swêdê hatin bîranîn.

Civîna bîranînê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Goteborgê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan û nîşandana sînevîzyona li ser têkoşîn û jiyana şehîdan dest pê kir.

Siyasetmedarê Kurd Rizgar Dersim qala cihê Kurdên Anatoliya Navîn ê li nava têkoşîna azadiyê ya Kurd kir.

Dersim bi bîr xist ku Tolhildan zarokê malbateke Kurd bû ku ji Kurdistanê sirgûnî Konyayê hatibû kirin û piştre neçar ma li Ewropayê bijî. Dersim got, "Ew şoreşgerek bû ku aqlê wî û bala wî timî li ser xak û çanda wî bû. Ji bo xewn û xeyalên xwe pêk bîne tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû û têkoşiya. Ev wezîfeya xwe jî bi rengekî serketî pêk anî."

Dersim destnîşan kir, divê neyê jibîrkirin ku destketiyên gelê Kurd bi saya fedakariya şehîdan hatine afirandin û divê Kurdistanî hemû bi xurtî li dora têkoşînê kom bibin.

JI BILÎ BERXWEDANÊ RÊYEKE DIN LI BER GELÊ KURD NÎNE

Mele Abdullah bi navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê axivî û destnîşan kir, gelên ku tên qirkirin, zext û zordarî lê tên kirin û xaka xwe hatiye dagirkirin, neçar e ku ji bo namûs û xaka xwe li ber xwe bidin.

Nûnerên Platforma Kurdên Anatoliya Navîn û Malbatên Şehîdan jî bal kişandin ser girîngiya xurtkirina têkoşînê.

Civîna ku bi tevlîbûneke xurt pêk hat bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.