Bûldan: Vîna gelê Colemêrgê hatiye girtin!
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û endamên partiyê serdana Colemêrgê kirin. Bûldan bibîr xist ku vîna gelê Colemêrgê Leyla Guven a rehîn hatiye girtin divê bi lezgîn bê berdan
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û endamên partiyê serdana Colemêrgê kirin. Bûldan bibîr xist ku vîna gelê Colemêrgê Leyla Guven a rehîn hatiye girtin divê bi lezgîn bê berdan
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Parlamenterên HDP’a Wanê Teyîp Temel, Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, Parlamentera HDP’a Mêrdînê Ebru Guney û Parlamenterê HDP’a Colemêrgê Saîd Dede, piştî civîna Wanê hatin Colemêrgê. BÛldan û şandeya pêre destpê kê çûn serdana Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û li vir bi welatiyan re gotubêj kirin. Bûldan piştre çû serdana esnafên sûkê û derbarê serdana xwe daxuyaniyek kurt da çapemeniyê.
Bûldan, diyar kir ku di pêvajoya xebatên hilbijartinê de, ji ber rewşa hewayê nekarîn beşdarî mîtînga Colemêrgê bibin û got: “Em soz dabû ku em bên serdana Colemêrgê. Îro em bi hevalên xwe ya parlamenter re vaye li Colemêrgê ne. Li Wanê sê rojan em bi hevalên xwe re di kompê de civiyan. Di dema kampê de ji bo me û Birêz Sezaî plansaziya çûyîna serdana bajarên Colemêrg, Agirî û Îdirê hat lidarxistin. Em jî hatin û me xwest em serêkê li gel û dikandarên Colemêrgê bidin.”
‘DIVÊ LEZGÎN BÊ BERDAN’
Bûldan, destnîşan kir ku bi awayekê bêmaf Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di girtîgehê de tê girtin û wiha pêde çû: “Gelê Colemêrgê Guven hilbijart. Ew vîna vî geliye û niha di girtîgehê deye. Em dixwazin bi lezgîn Guven bê berdan.”
Bûldan û heyeta pêre, piştî daxuyaniyê serdana esnafan kirin.