Bûldan ve Balûken: Tevî êrîşan jî em ê meşa xwe bidomînin
Serokwekîlên Koma HDP’ê li hemberî êrîşên li ser partiya wan bertek nîşan dan. Di daxuyaniyê de peyama, “Wê meşa aştî, azadî û biratiyê ya HDP’ê bi biryar bidome. " hat dayin.

Serokwekîlên Koma HDP’ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken der barê polîkayên şer ên AKP’ê û êrîşên li ser partiya xwe daxuyaniyeke niviskî weşandin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro tevahî Tirkiye di bin atmosfereke şîdeta zêde û bi xwîn de ye. Her roj agir dikeve ocaxa malên çar aliyê Tirkiyeyê. Ji bo AKP bi tenê serê xwe nebûye desthilatdar; sivîl, zarok, jin, ciwan, gerîla, leşker, polîs bûne mîna berdêlan. Bi axaftina ‘Ger 400 parlamenter hebûna, wê ev nehatina jiyîn’, mîna ku barê wan bûyeran li kesên ku 7’ê Heziranê deng nedane AKP’ê hatiye barkirin.” Daxuyani wiha didome:
'LI SER PARTIYA ME ŞEREKÎ TOPYEKÛN DESTPÊ KIRIYE'
“Bûyerên tên jiyîn û maseya aştiyê ji aliyê kê ve ji bo çi hatiye qulipandin li hole ye. Ji derveyî vê jî ji bo xwîn neherike hewldan û bangên me jî li holê ne. Lê mîna dizê zîrek çawa xwediyê malê asteng dike, di destpêkê de Serokkomar û Serokwezîr, rayedarên AKP û medyaya di bin kontrola AKP’ê de li hember partiya me êrîşeke topyekûn destpê kirine.
Binketin û pê ve girêdayî kêmbûna dengan ev êrîşên wan hê qîrêjtir kirine. Îro yên der barê partiya me de tê gotin, nivîsandin, xêzkirin ne bi exlaqê siyasetê ne jî bi yê medyayê re ti tekiliya xwe tineye.
Bi her rêbazî, hevserokên me, parlamenterên me û rêveberên me bi polîtîkayên bêîtîbarkirinê û hedef nîşandanê re rû bi rû ne.”
'LI CIZÎRÊ PARLAMENTERÊN ME HATIN HEDEF GIRTIN’
Daxuyaniyê bal kişand ser heyeta ji parlamenteran hatibû avakirin ji bo biçin Cizîrê ya ev 4 roj in qedexeya qolanan heye û bûyeran di cih de tespît bikin, lê nehiştin heyet têkevin navçê û ser re parlamenter rastî êrîşên fiîlî û devkî hatin û wiha got: “Dema ketin navçeyê jî ji aliyê sekvanan hatin hedef girtin. Van êrîşên li hember parlamenterên ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin em bi tundî şermezar dikin. Faîlên şîdeta li ser gel û parlamenteran meşandine divê tavilê ji wezîfeyê bên derxistin û bên dadgehkirin.”