Bûldan û Sancar ji bo Newrozê peyamek weşandin

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sacar peyamek ji bo Newrozê parve kirin.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi rêya dîmenekê peyamên Newrozê dan. Di peyama bi dîmen de banga piştevaniyê derkete pêş.

BÛLDAN: DEMOKRASÎ Û AZADÎ PÊWÎSTIYÊN BINGEHÎN E

Peyama Bûldan wiha ye: “Rastiya Newroza 2013’an tê parastin; aştî, demokrasî û azadî pêwîstiyên bingehînin. Di vê hêvî û baweriyê de me ku di vê demê de em ê hêzkirina  yekît û piştevaniya xwe em ê vê pêvajoyê derbas bikin. Tenê em hestên xwe yên piştevaniyê qût nekin, tenê em cesareta xwe winda nekin. Tenê em aştiya xwe ya civakî pêk bînin. Carekî din Newroza gelê xwe, gelên Rojhilata Navîn gelê Kurd pîroz dikim. Bi hêviya rojên bi tendurist û aştiyê bi xwe re bîne.”

SANCAR: CÎHANA NÛ WÊ BI PIŞTEVANIYÊ PÊK WERE

Sancar jî ev got: “Hemû pêkhateya me û 26 şaredariyên me li dijî şewbê bi hemû hêza xwe kar dike. Ji ber vê yekê me hemû mîtîngên xwe betal kirin.

Newroz dîroka nîşandana nasnameya Kurdan a hebûn û nîşanî cîhanê tev dayîn e.

Hê jî ji bo bi ruhê Newroza 2013’an israr dikin ku bibe wesîleya azadî, aştî û biratiya gelan.

Bang li rêveberên xwecihî, saziyên demokratîk û rêxistinên pîşeyî dikim. Di serî de xurek û amûrên paqijiyê  pêwîstiyên bingehîn ên civak tesbît bikin. Yekane çareseriya van pirsgirêkan û derbaskirina krîzê piştevanî ye. Cîhana nû wê bi piştevaniya gelan bê avakirin. Hêviyên siberojê bi piştevaniyê tê avakirin.

Werin em bi hev re Newrozê li ser vê axê bikin mîlada bilindkirina piştevaniyê.

Di serî de Newroza 20:20’ê ya gelê Kurd û hemû gelan carekî din pîroz dikim.