Bûldan: Nikarin bi HDP'ê, lewma êriş dikin!
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bal kişand ser êriş û gefê li dijî partiya wan û got, "Nikarin bi HDP'ê. Yekane sedema êrişa wan a li dijî HDP'ê ev e."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bal kişand ser êriş û gefê li dijî partiya wan û got, "Nikarin bi HDP'ê. Yekane sedema êrişa wan a li dijî HDP'ê ev e."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di çarçoveya kampanya "Destpêkê edalet" a partiya xwe de serdana Komeleya Elewiyan a Demokratîk kir.
Bûldan piştî serdanê daxuyanî da û got, "Di çarçoveya kampanya xwe ya 'Destpêkê edalet' de me xwest careke din guh bidin pirsgirêkên welatiyên xwe yên Elewî û li daxwazên wan guhdarî bikin. Lewma em hatine vê derê."
Bûldan got, "Em zanin ku îro li vî welatî çiqasî zilm li Kurdan tê kirin, heman zilm li Elewiyan jî tê kirin" diyar kir ku komkujiyên Mereş, Dersim, Çorûm û Sêwasê ji komkukjiyên Roboskî û Zîlanê ne cuda ye.
Bûldan diyar kir ku ti hêviya wan ji AKP û MHP'ê nîne û got, "Em ê bi têkoşîna mil bi mil a bi hev re destketiyan bi dest bixin."
Bûldan bal kişand ser gefên li dijî HDP'ê û wiha dewam kir, "Yên ku her roj êrişî HDP'ê dikin, yên ku her rojê li pêşiya civaka Tirkiyeyê hewl didin krîmînalîze bikin, di nava civakê de bersivê nabînin. Haya wan jî ji vê yekê heye. AKP û hevkarê wê ku dengê wan kêm dibe, bi vê zane lewma êrişî me dike. Nikarin bi HDP'ê, yekane sedema êrişa li dijî HDP'ê jî ev e."