Bûldan: Em li bendê ne hevdîtin di dawiya hefteyê de pêk were
Bûldan: Em li bendê ne hevdîtin di dawiya hefteyê de pêk were
Bûldan: Em li bendê ne hevdîtin di dawiya hefteyê de pêk were
Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê da xuyakirin, ku piştî hevdîtinên nava hefteyê bi rayedarên hikûmet û dewletê re, wê di dawiya hefteyê de biçin Îmraliyê.
Hat ragihandin ku Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê wê encamên piştî hevdîtina bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re derketin holê, bi desteyên pêwendîdar ên HDP'ê re binirxîne. Heyeta HDP'ê da zanîn, ku encamên di hevdîtina erênî derbas bû de derketin holê, ew ê bi çend civînan re bi desteyên xwe yên pêwendîdar re binirxîne. HDP wê di nava hefteyê de jî bi rayedarên hikûmet û dewletê re du hevdîtinên din jî bike. Li gel encama "Ji bo çûyîna Îmraliyê ti astengî nîne", di hevdîtina bi Akdogan re aliyan li hev kirin ku heyeta HDP'ê piştî hevdîtinên vê hefteyê biçe Îmraliyê. Her wiha heyet wê bi xwe diyare bike ku bi kîjan rayedarên hikûmet û dewletê re hevdîtinan bike.
Endama heyetê Pervîn Bûldan da xuyakirin, ku piştî civînên nava partiya xwe û hevdîtinên nava vê hefteyê wê biçin Îmraliyê û got, "Dibe ku di dawiya hefteyê de em biçin Îmraliyê. Li gorî be serdan dikare di dawiya hefteyê de pêk were."
Her wiha gotina "hin amadekarî hene" ku Balûken di daxuyaniya xwe de bilêv kir û hiştina serdana Îmraliyê piştî hin hevdîtinan, rê li ber şîroveya "heyet wê bi hin pêşketinên şênber biçe Girava Îmraliyê" vekir.