Buldan: Em ê şeqameke Kurdî li AKP'ê bixin

Buldan li dijî tecrîda li Imraliyê helwest nîşan da, got Ocalan ji bo ku hêviyê dide gelan tecrîd li ser tê danîn. Buldan  diyar kir ku di hilbijartinan de ew ê şeqameke Kurdî li AKP'ê bixin.

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan li civîna komê ya Meclîsê li ser rojevê axivîn.

Buldan destpêka axaftina xwe keddarê çapemeniya azad Kadrî Kaya bi bîr anîn û sersaxî da malbata Kaya.

'KOMAR GULEYÊN LI SER BEDENA UGUR KAYMAZ E'

Buldan li ser salvegera damazirîna Komara Tirk bal kişande komkujiyên dewleta  Tirk a ji destpêkê û heta niha û got, ''Komara Îro bombeya gazê ya li ser bedana Berkîn Elvan, guleya li ser bedana Ugur Kaymaz ê 11 salî ye, zilma li ser Dayikê Sisê ya 76 salî ye ku niha li zindanê ye. Cesedên bi bombeyan parçebûyî yên li Roboskê ye. ''

'RÊZDAR OCALAN HÊVIYÊ DIDE GELAN'

Buldan bal kişande tecrîda li ser gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Ji bo ku hêviyê dide gelan tecrîd li ser Rêzdar Ocalan hatiye danîn. Ên ku van polîtîkayan rê ve dibin dixwazin komarê bikin Komara Tecrîdê ku zextê li ser her kesî dikin. Rêzdar Ocalan bi komara demokratîk di serî de ji bo gelên Tirkiyê jiyana aştî û ya nû pêşniyar dikin ku hemû gelên Rojhilata Navîn bi bêrîkirn li endê ne. '' Buldan bi berdewamî bal kişande ser projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ''Ev projeya jiyana azad û wekhev e. Niha tecrîd li ser vê projeyê hatiye danîn. Tecrîd ne tenê li dijî Rêzdar Ocalan e, di şexsê Rêzdar Ocalan de li ser hêviya jiyana hevpar û bi aştî ya hemû gelên  Rojhilata Navîn e.''

'HER KES DIVÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ RABE'

Buldan bi berdewamî got, ''Ev tecrîd her wiha li ser hêviya demokratîkbûna komarê ye jî. Çi kesê ku komara demokratîk diwaze, jiyana hevpar dixwaze divê li dijî tecrîdê bin û dengê xwe bilind bikin. Mesele ne tenê rakirina tecrîdê ya li ser mirovekî ye. Bidawîkirina zext û polîtîkayên tecrîdê ye ku li ser welêt û hemû civakê weke ewrekî reş û tarî kûmişiye. Em ê ti caran dev ji demokrasiyê û aştiyê neqerin. Em ê li dijî tecrîdê bêdeng nemînin. Em ê nehêlin hêviya aştî bitefe. Bi têkoşîna gelên me ev tecrîd wê were şikandin. Ên ku van kirinên dijî mirovî dikin wê di bin van polîtîkayan de bimînin.''

'EM Ê ŞEQAMA KURDÎ LI QEYÛMAN BIXIN'

Buldan li ser hilbijartinên xwecih jî got, ''Desthilata AKP'ê bi qeyûmên xwe hewl dide ku hemû nirxên Kurdan ji jiyana sazûmaniyê bavêjin. Navê park, baxçeyên Kurdî, navên navendên çandan ên bi Kurdî yan kirin Tirkî yan jî gritin. Lê sond, li dijî van qeyûman ku bi dijminane nêzî gelê me dibin û hebûna me înkar dikin emê di sendoqê de şeqameke wiha ya Kurdî li van qeyûman û desthilata AKP'ê bixin ku wê feleka xwe şaş bikin.''

‘ÎTÎFAQA LI DIJÎ KURDAN E’  

Buldan îtîfaqa AKP-MHP wek “Îtîfaqa li dijî kurd û rantê” pênase kir û got: “Her çiqas di navbera wan de pirsgirêk bê dîtin jî lê ev îtîfaqa qirêj didome.” 

DAYIKÊN ŞEMIYÊ Û CENAZEYÊ NAYÎN DAYÎN  

Buldan bal kişand ser têkoşîna Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê ku hat qedexekirin û wiha dewam kir: “Bifikirin ev komar komarek wiha ye ku destûr nade çalakiya herî rewa ya Dayikên Şemiyê. Nahêle ku li aqûbeta windayên xwe bipirsin. Komarek ku nahêle dayik bigîhîjin hestî û gorên zarokên xwe. Nahêlin ku şîna zarokên xwe bikin. Dayikên Şemiyê rastiya vî welatî ne. Feraseta ku çalakiya dayikan qedexe dike îro jî goran rûdixîne û cenazeyên bi sedan mirovan nade malbatên wan.  
KUJER LI KU NE? 

Êrîşa nijadperest a li dijî cenazeyê dayika Aysel Tugluk ku ew ji goristanê derxist, encama siyaseta mirinê ya vê rejîmê ye. Di tevahiya dîrokê de hemû civak li hember cenazeyan rêzdar tevgeriyane. Merasîmên cenaze bi qasî dîroka mirovahiyê girîng in.  Lê em bi pêkanîneke dijmirovî ya li dijî kurdan rûbirû ne.  Di 19'ê Kanûna 2017'an de li Bedlîsê hestiyên aîdê 267 cenazeyan ji goristanê hatin derxistin û şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê.  Em dixwazin ji vê îktîdar ku li ser navê ol îfade dike bipirsin; Derxistina hestiyên mirovan ji gorê li gorî kîjan bawerî û ehlaqî ye?  Di ser re 10 meh derbas bûn tenê hestiyên  du kesan dan malbatên wan.  Lê eqûbeta hestiyên 265 kesên din ne diyar e. Ev hestî li ku ne?  Çima nadin malbatên wan? 

Li vî welatê ku hîn hestiyên kesên winda nehatine dîtin, Erdogan bi rojan e di ser bûyera Kaşikçi re li cîhanê îtîbarê bazar dike.  Bahsa ku ew ê bûyerê ronî bike dike, lê eqûbeta rojnamegerên ku hatin kuştin û em dixwazin ku bipirsin derbarê van de tiştekî hin bibêjin û polîtîkaya we ya ku we nemeşandiye em dixwazin bipirsin. Kujerên Musa Anter Hafiz Akdemîr, Metîn Goktepe û Kadîr Bagudyan li ku ne? 

EW Ê BI ŞERMÊ BÊN BIBÎRANÎN 

Em dixwazin biprsin ku fermana êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê ji aliyê kê ve hatiye dayîn .Em bang li Erdogan ê ku dibêje ez bûyera Kaşikçi ronî bikim dikin û dibêjin ger ku cesareta te heye kiriyarên ne diyar derxîne holê û darizîne.  Ger ku hûn arşîvên dewletê vekin hûnê bibînin ku kê li ku çi kiriye. Kesên ku li ser miriyan zilm kirine ew ê di nav rûpelên dîrokê de bi şerma ku kirine cihê xwe bigirin." 

'AKP JI BO NEÇARESERIYÊ TEVDIGERE'  

Buldan bal kişand ser êrîşên Artêşa Tirk  yên li dijî Bakurê Sûriyeyê jî û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê, ji bo ku çareserî li Sûriyeyê pêk neyê tevdigere.  'Dibêjin em ê Kobanê bi erdê re bikin yek û tehdît dikin. Piştî wê jî DAÎŞ careke din dikeve dewerê. Ji vê armanc çi ye? Armanc kûrkirina şerê li Sûriyeyê ye û bê îradehiştina kurdan e.  Lê em dixwa em dixwazin bibêjin ku AKP ji bo hêzên navnetweyî ji bike amûrê lîstika xwe ji ji dest tê dike." 

1'Ê MIJDARÊ ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ  

Buldan wiha berdewam kir: "1'ê Mijdarê  Roja Cîhanê ya Kobanê ye. Li ser banga kesên ku akademîsyen û nivîskar jî di nav de hebûn ev roj hat îlankirin.  Şerê li Kobanê bi bedeldayîna Kurdan û bi serkefitina wan cihê xwe di dîrokê dee girt. Kurd û gelê herêmê ew ê tevî we, li ser axa xwe azadiya xwe bi dest bixe." 

'RÊYA ÇARESERIYÊ KOMARA DEMOKRATÎK E' 

 Buldan wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Çareseriya krîza li Tirkiyeyê demokratîkbûna komarê ye. Ger ku demokrasî pêk neyê wê ev krîz sed salnê din jî berdewam bike .Divê ku komar bê demokratkirin û yekperestî bê bidawîkirin. Divê ku makeqanûneke ku amfê hemû gelên li Tirkiyeyê di nav xwe de dihewîne û diparêze bê parastin. Pergala parlamenteriyê bê bihzkirin û bê demokratîkirin. Ji ber vê em dibêjin komara demokratîk û li ber xwe didin.  Heta ku HDP hebe hêvî jî heye, HDP hebe raperîn heye. "