Bûldan: Em ê Qesra Erdogan bikin Wezereta Jinan

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di bernameya Meclîsa Jinan a HDP’ê de axivî, ku Meclîsê deklerasyona xwe da û namzetên xwe da naskirin. Bûldan amaje bi Qesra Erdogan kir û got ew ê Qesrê bikin navenda koordînasyonê ya dijî tundiyê.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bal kişande ser bendan û got, ‘’Em jin bend û astengiyên li pêş vîn, beden, nasname û keda xwe her roj hîs dikin, her roj em li dijî van bendan têdikoşin.’’

JI DEMA KU AKP HATIYE SER KAR REWŞA AWARTE HEYE

Bûldan bal kişande ser Rewşa Awarte û got, ji dema ku AKP hatiye ser desthilatdariyê û heta niha jin bi Rewşa Awarte dijîn, polîtîkayên AKP’ê yên bi dijminatiya jinê, zayendîparêz û cihêkar ji jinan re tim bûye mirin, hejarî, zext û zordarî. Bûldan got armanca vê nêzîkatiya AKP’ê ew e ku hemû jinan bêdeng bike, beden û hişê wan kontrol bike.

‘EM TEMSÎLA WEKHEV DIXWAZIN’

Bûldan bi berdewamî got, ‘’Em li Meclîsê, Şaredariyê û li hemû saziyan temsîla wekhev dixwazin’’. Bûldan bal kişande ser polîtîkayên AKP’ê yên li dijî temsîla wekhev û hevserokatiyê û got, ‘’Hingî ji temsîla wekhev û pergala hevseroktiyê tirsiyan, wekîlên jin ji wekîltiyê xistin, siyasetmedarên jin rehîn kirin û xwestin ku nehêlin gotina me di qada siyasetê de hebe’’. Bûldan bi berdewamî got li gel vê jî bi hevgirtina jinan, jin xurt bûne.

Bûldan li dijî faşîzma dewletî ya Tirk jî got, ‘’Em jin em ê faşîzmê, bi jehrkuja faşîzmê, demokrasiye têk bibin.’’

EM NE KOLE NE

Bûldan got îdîaya HDP’ê ya têkoşîn û azadiyê pir mezin e û domand, ‘’Heta ku hişmendî û hêza me hebe em ne mehkûmî koledariyê ne! Heta ku rêxistiniya me ya têkoşînê hebe em ne mehkûmî mêtingeriyê ne! Em ne evd, ne kole û ne neçar in!

Em bîrewer dibin, rêxistiniya xwe dikin, têdikoşin. Her roj li xwe zêde dikin, mezintir dibin. Li her devera ku em lê ne, em bi ronkahiya ronî dikin, bi deng û vîna xwe ronî dikin. Her wiha xurt dikin. Va binerin, va em li vir in, li rex hev in, rêxistinî ne û xurt in. Bi Partiya Demokratîk a Gelan re, weke hemû çewisandiyan, hem jin bi rengekî geş û gur em tên!’’

‘EM Ê QESRÊ BIKIN WEZARETA JINAN’

Bûldan bi berdewamî got, ‘’Wiha nabe, jin destûra vê nadin. Hesabên şaş wê jinan vegerin. Em ê 25’ê Hezîranê wê qesrê bikin wezareta jinan û wezareta ku hemû astengiyan radike. Hezar odeyên qesrê destpêkê ji bo pêkanîna Peymana Stenbolê, bikin Navenda Koordînasyona Dijî Tundiyê.’’

Bûldan bal kişande ser rola jinê ya li dijî pergala mêtinger û got, ‘’Em vê pir baş zanin!Em HDP vê dibejin, her tişt bi jinan dikare biguhere! Ev pergala mêtingeriyê, ev nedadmendî, ev talan û hilweşandin bi jinan dikare biguhere!’’. Bûldan wiha domand: ‘’24’ê Hezîranê hêza jinan, yekîtiya têkoşînê ya jinan, tifaqa jinan bi HDP’ê wê bi ser bikeve! Em dibêjin, Belê, hêza me heye ku em biguherînin û bi me jinan wê biguhere. Mîsogeriya siberojên azad têkoşîna jinê ye, ev têkoşîn wê geştir bibe.’’

EM LI DORA HDP’Ê BICIVIN

Bûldan herî dawî got, pêdiviya wan bi dengekî wiha heye ku nikaribin bidizin û got, ‘’Em careke dî bang dikin: Rêjeya dengan a partiya me li ser devê kêrê ye, bi qasî ku nikaribin bidizin pêdiviya me bi dengan heye. Ji bo vê jî em li derdora HDP’ê bicivin, bendan hilweşînin.

Em namzet bin, em li kuçeyan, li qadan, li ser sendoqan bin, mal bi mal bigerin, bi destê hemû jinên xwe em bigirin û li dahatuya xwe xwedî derkevin.

Hilbijartina 24’ê Hezîranê hem ji bo civakê û hem ji bo jinan bi girîngiyeke jiyanî ye. Em dibêjin, 24’ê Hezîranê wê tifaqa jinan bi ser bikeve.’’