Bûldan: Em ê hesabê Koçgirî bipirsin

Hevserokê Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got: “200 sal jî derbas bibin, em ê hesabê bûyerên li Kocgirî qewimîn bipirsin.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û heyeta li gel, piştî serdana xwe ya Komeleya Mala Cemê ya Maltepeyê çûn serdana Komeleya Koçgiriyê ya li navçeya Umraniyeyê.

Serokê komeleyê Riza Karaman û rêveberên komeleyê Bûldan û heyeta li gel pêşwazî kirin.

Di serdanê de destpêkê Serokê Komeleya Koçgiriyê Riza Karaman axivî û diyar kir ku di Komkujiya Koçgirî de gel êşeke mezin kişandiye û got: “Em wê dîroka bixwîn ji bîr nakin. Heke em îro Elîşêr û hevrêyên wî venebêjin nikarin rojê bixwînin. Dayikên Koçgirî gelek êş kişandin. Ev qirkirin e. Piştî vê qirkiririnê li dijî Dersim, Agirî, Xarpêt û gelek herêman polîtîkayên komkujiyê hatine meşandin.”

Piştî Karaman Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî axivî û destnîşan kir ku di 100’emîn salvegera Komkujiya Koçgiriyê de êşan hevpar kirine û ev tişt got: “Ferqa Komkujiya Koçgirî û komkujiyên Roboskî, Dersim, Mereşê ji hev ne cuda ne. 200 sal derbas bibe jî em ê hesabê pêkanînan bipirsin.”

Piştî axaftinan serdan bi pêxistina çirayê û bi rêxistina ji bo qurbaniyên komkujiyê bi dawî bû.