Bûldan der heqê Ortakaya de pêşniyarpirsek pêşkêş kir
Bûldan der heqê Ortakaya de pêşniyarpirsek pêşkêş kir
Bûldan der heqê Ortakaya de pêşniyarpirsek pêşkêş kir
Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan, der barê qetilkirina Kader Ortakaya ya li Pirsûsê ji aliyê leşkeran ve de pêşniyarpirsek pêşkêşî Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz kir û pirsa "Gelo wezareta we fermana kuştinê dide leşkeran? pirsî.
Bûldan, ji bo Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz bersivê bide pêşniyarpirsek pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir. Bûldan diyar kir ku Walîtiya Rihayê der barê kuştina Orkakaya de îdîa dike ku leşker neberpirsin û bi parçeyê şerapnelê jiyana xwe ji dest daye. Bûldan got: “Lê hevalên Kaderê ku di dema bûyerê de li gel wê bûn, diyar kirin ku daxuyaniya Walîtiyê derew e û dan zanîn ku di nava koma 44 kesî de tenê Kader jin bû, beriya derbasî aliyê din ê sînor bibin rastî êrîşa leşkeran a gazê hatine, piştî derbasî sînor bûne çawîşekê pispor ji wesayîta zirxî ya kobra bi çeka xwe ya G-3 Kader Ortakaya hedef girtiye û her wiha du hevalên wê yên din jî li lingê xwe hatine birîndarkirin."
GELO WEZARETA WE TALÎMATA VÊ DA
Bûldan der barê mijarê de ev pirs ji wezîr Yilmaz pirsî:
"Li gorî îfadeyên şahidan Kader Ortakaya ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye qetilkirin. Hejmara kesên ku ji aliyê leşkerên Tirk ve tên kuştin her diçe zêde dibe, gelo talîmata kuştinê ji aliyê wezareta we ve tê dayîn?
Kader Ortakaya 25 rojan li Pirsûsê di çalakiya nobedê de bû û ji jin û zarokên Kobanê re dibû alîkar. Ortakaya ji bo alîkariya gelê Kobanê xwestiye derbasî sînor bibe. Leşkerên li wir rewşê baş dizanin. Li dijî vê nêzîkatiya wê ya mirovane, leşkerên Tirk ew kuşt û ev piştevaniya komara Tirk a ji bo DAIŞ’ê tê nirxandin. Fikra wezareta we ya di vê mijarê de çi ye?
Der barê leşkerên berpirs de lêpirsîn hatiye destpêkirin, ger hatibe destpêkirin jî di kîjan astê de ye? Ger nehatibe destpêkirin sedem çi ye?
Wezareta der barê van kujeran de çi difikire?"