Li Mereşê 19-26’ê berfanbara 1978 di hefteyekê de Elewî li kargeh, mal û kolanan hatin qetilkirin. Gotinên Waliyê berê yê Meletiyê û Midûrê Giştî yê Emniyetê Rafet Kuçuktiryakî ya bi awayê “min xwîn bi 40 hezar Elewiyan da vereşandin”. Ev gotinên wî di belgeyên dewletê de cih girt. Serokê Giştî yê PSAKD û Sekreterê Giştî yê ABF’ê Kemal Bulbul got: “Ev polîtîkaya dewletê ye. Ji sala 1920’an ve li hemberî Elewiyan êrîşên sîstematîk pêk tîne. Îro jî cemxaneyan qedexe dike, her roj Elewiyan tehdît dike û deq dike, Elewiyan tawanbar dike, doz li wana vedkin, li hemberî wan zimanê qewirandin, înkar, nefret û tundiyê bi kar tîne û polîtîkayên qirkirinê didomîne.”
Bi sedan sal in Elewî li rastî gelek komkujî û qirkirinan hatin. Beriya 34 salan jî li Mereşê komkujiyeke bi xwîn pêk hat. Yek ji komkujiyên herî bi xwîn ên dîroka nêzîk bû. Komkujî bi qasî hefteyekê 19-26’ê 1978’ê berdewam kir. Li gorî daneyên fermî 111 kes jiyana xwe ji dest da. Lê bi awayê din 150 kes in. Dîsa nêzî 200 malên Elewiyan şewitîn, 100 kargeh ziyan dîtin. Doza komkujiyê bi qasî 23 salan berdewam kir, ji bo 22 kesan cezayê îdamê, 7 kesan mûebet, 321 kes jî bi 1 heta 24 sal cezayê girtîgehê hatin cezakirin. Lê dest nedan 68 kesên ku rolek girîng di vê komkujiyê de girtine.
Di hefteya komkujiyê de kargehên Elewiyan kirin hedef. Komek qelebalix roja 22’yê berfanbara 1978’ê merasima cenazeyên du mamosteyên endamên Komeleya Yekitî û Piştevaniya Hemû Mamosteyan (TOB-DER) dan ber keviran û got: “Komunîst, elewî nimêja cenazeyan nakin.” Di mizgeftê de weezên weke “Bi girtina rojiyan û nimêjkirin mirov nabe hecî, kesê ku Elewiyekî bikuje weke ku pênc caran çûbe Hecê. Divê hemû birayên me yên ol li dijî hukûmetê û komunîstan, bêolan rabin û em derdora xwe ji Elewiyan paqij bikin.”
Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Evdal (PSAKD) û Sekreterê Federasyona Bektaşî ya Elewî (ABF) Kemal Bulbul got ku daxuyaniya “Min xwînê bi 40 hezar Elewiyan da vereşandin” ya Waliyê berê yê Meletiyê û Midûrê Emniyetê Rafet Kuçuktiryakî di belgeyên fermî de cih girtiye. Bulbul da zanîn ku di van demên dawiyê de gotinek a Kuçuktiryakî bi zanebûn anîn rojevê û bi bîr xist ku Wezîrê Navxweyî yê wê demê Hasan Fehmî Guneş di wmê demê de ji komkujiya Mereşê gotiye “vekirina dozê jî tiştek awarte ye.”
Kemal Bulbul got: “Ev polîtîkaya dewletê ye. Ji sala 1920’an ve li hemberî Elewiyan êrîşên sîstematîk pêk tîne. Îro jî cemxaneyan qedexe dike, her roj Elewiyan tehdît dike û deq dike, Elewiyan tawanbar dike, doz li wana vedkin, li hemberî wan zimanê qewirandin, înkar, nefret û tundiyê bi kar tîne û polîtîkayên qirkirinê didomîne.”
EM Ê BERPIRSYARTIYÊN XWE YÊN DÎROKÎ BI CIH BÎNIN
Bulbul da zanîn ku ew ê roja 23’yê berfanbarê biçin Mereşê û li wir bersivê bidin polîtîkayên tundî, êrîş û komkujiyên li hemberî Elewiyan û got: “Ez dixwazim bêjim ku me canên xwe ji bîr ne kirine. Em li wir tevlî şaxên li derdorê bibin. Ji bo 34emîn salvegera komkujiyê em ê li Mereşê bin. Em bi hevkariay PSAKD, Komeleya Erenan û Komeleya Çandê ya Elewiyan ev xebat dimeşînin. Tirkiye ji bo komkujiyan nabe asteng. Em ê li bi girseyî bi bîr bîin. Sala par AKP’ê bi bombeyên gazê êrîş kiribûn û xwestibûn asteng bikin. Lê em careke din diçin Mereşê. Ev ye berpirsyartiyek me ya dîrokî ye.”