Bulbul: Ev lûtkeya xerabiyê ye

Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul diyar kir ku şandina cenazeyê Agît Îpek a bi rêya kargoyê lûtkeya xerabiyê ye.

Ji ber ku cenazeyê gerîlayê HPG’ê Agît Îpek ê li Dêrsimê di şer de şehîd bûbû bi rêya kargoyê ji malbata wî re şandibûn, nerazîbûn zêde dibe.

Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ev diziya goristanan e û got ku “Ev tişt bi dijminatî û dijberiyê nayê ravekirin. Ev diyar dike ku desthilatdarî îflas kiriye û bûye rêxistineke sûc. Wezîfedarkirina qeyyûman ên li ser şaredariyên HDP’ê, pêşîlêgirtina tevlêbûna guherîna înfazê ya ji bo girtiyên siyasî, helwesta li dijî kedkarên tendirustiyê, plansaziya li ser qedexekirina derketina kolanan, ev hemû jî parçeyekî sûc in.  Lê dema ku cenazeyê zarokekî bi rêya kargoyê were şandin ev lûtkeya xerabiyê ye.”

‘JI MIROVBÛNÊ DERKETINE’

Bulbul diyar kir ku di dîroka mirovahiyê de heta niha nebûne şahidê tiştekî wisa û got ku “Bi ser de parlementerekî AKP’ê li meclîsê dibêje ku ‘Li gorî ûsilê ye’ û ‘Jixwe çend hestî ne’. Ev jî diyar dike ku ji mirovbûnê derketine.  Êdî divê mirov ne li benda vî tiştî be ku wê ev hikumet tiştekî çareser bike. Temenê vê hikumetê qediyaye. 18 sal in bi dizî û talanê xwarin. A niha ji dêvila ku derfetên aboriyê pêşkêş bikin, li ser navê bexşê ji dizîtiya xwe re metodeke nû dîtine.”

Bulbul bal kişand ser şandina cenaze ya bi rêya kargoyê û got ku “Wan li dijî mirovbûn û nirxên baweriyê sûc kirine. Heke cenazeyek bi kargoyê were şandin, jê şûnde çi ye? Wê hemû cenazeyan li kolanan bihêlin.”

Bulbul diyar kir ku li hemberî vê rewşê divê reaksiyon were nîşandan û vê miameleye li dijî cenaze wekî ku li dijî hemû civakê hatiye kirin.