Bulbul: Bîst sal e Madimak dişewite

Bulbul: Bîst sal e Madimak dişewite

Bi hezaran Elewî ji bo bîranîna kesên li Madimakê jiyana xwe ji dest dane Qada Kadikoy tijî kirin. Serokê PSAKD Kemal Bulbul, got, "Bîst sal e Madimak dişewite, wer kirin ku li ser dozê dem derbas bibe û doz bikeve. Divê em li dîroka xwe xwedî derkevin. Hîn zêdetir cesaret, hîn zêdetir çalakî, hîn zêdetir berxwedan.” Li qadê berxwedana Parka Gezî jî hat silavkirin û çalakiya “Mirovê rawestiyaye” hat kirin.

Mîtînga ji aliyê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal ve bi mebesta Elewiyên di 2’ê Tîrmehê de li Sêwasê jiyana ji dest dan bên bîranîn li Qada Kadikoy tê lidarxistin.

JI QADÊ DIRÛŞMAYÊN “TAYYÎP ÎSTÎFA” BILIND BÛN

Serokê PSAKD Kemak Bulbul ji bo helwesta ku navê Yavuz Sultan Selîm li pirê were kirin nerazîbûn nîşan da û axafrina wiha berdewam kir: "Em vî navî qebûl nakin. Qirkirina xwezayê ya ji ber pirê hat jibîrkirin. Bulbul bal kişand ser axaftina Serokkomar a “Em ê ji du projeyên dewletê navê yekê bikin Pir Sultan, navê yekê jî bikin Haci Bektaş" bi gotina, "Em vê qebûl nakin” daxwazên xwe wiha bi rêz kir: “Navê zanîngeha li Sêwaê bike Zanîngeha Çandê ya Pîr Sultan Abdal. Li Haci Bektaş Zanîngeha Xwezayê ya Haci Bektaş ava bike. Navê Tuncelî bike Dêrsim, navê zanîngehê bike Zanîngeha Seyîd Riza. Komîsyona Lêgerîna Heqîqetan ava bike, maddî û manewî jî gelan lêborînê bixwaze.”

Bulbul di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya hilbijartinan û bang li tevgera çep a kedkar û şoreşgerên Kurd û tevayî çepgiran kir da ku bên gel hevdu.

Bulbul, di berdewama axaftina xwe de da xuyakirin ku hefteyeke din wê li ber Otela Madimak bin û wiha axivî: "Ji bo tevayî canên me yên hatin qetilkirin werin ber Madimakê.”

Bulbul wiha axivî:

"20 sal in Madimak dişewite. Wer kirin ku dema darazê ya dozê biqede. Di 28’ê Hezîranê de jî rûniştinek heye. Serokwezîr rabû û got, 'Ev doz ji Tirkiyeyê re pîroz be.’ Ev bi gotina herî hêsan bêterbiye ye. Pêwîst e em li dîroka xwe xwedî derkevin. Hîn zêdetir cesaret, hîn zêdetir çalakî, hîn zêdetir berxwedan.”

Girseyê jî bi dirûşmayên, "Ew hîn destpêke, têkoşîn berdewam e.” Bersiv da.