Buhayê petrolê daketiye asta herî nizm a 17 salên dawî
Bandora pandemiya Covîd-19 a li ser bazarê dewam dike. Buhayê petrolê ji sala 2003'an û vir ve cara yekê ye ewqasî kêm bûye.
Bandora pandemiya Covîd-19 a li ser bazarê dewam dike. Buhayê petrolê ji sala 2003'an û vir ve cara yekê ye ewqasî kêm bûye.
Bandora vîrûsa koronayê ya nû (Covîd-19) hîn jî bandorê li aboriya cîhanê dike. Buhayê petrolê ji sala 2003'an û vir ve daketiye asta herî nizm.
Petrola xav a Teksasê ya Emerîkayê di destpêka hefteyê de 5.3 ji sedî kêm kir û buhayê warîlekê bi 20 dolarî hate destnîşankirin. Petrola Brent jî 6.5 ji sedî kêm kir û buhayê warîleke xwe daket 23 dolarî.
Kêmbûna buhayê petrolê ji ber bandora pandemiya vîrûsa koronayê û rakişandina li hev a Erebistana Siûdî û Rûsyayê ye.
Ji ber hevrikiya navbera Erebistana Siûdî û Rûsyayê, her du welat hilberîna petrolê zêde dikin û ev jî dibe sedem hîn bêhtir petrola xav vê derxistin.
Her wiha lihevnekirina li ser peymana kêmkirina hilberîna petrolê ya navbera OPEC û Teksasê yek ji sedemên kêmbûna buhayê petrolê tê dîtin.