Budçeya mafên mirovan a NY rê li ber nerazîbûnan vedike
Budçeya mafên mirovan a NY rê li ber nerazîbûnan vedike
Budçeya mafên mirovan a NY rê li ber nerazîbûnan vedike
Neteweyên Yekbûyî ku ji bo salên 2014-2015'an xwedî budçeyeke giştî ya bi qasî 5,5 mîlyar dolarî ye, di mijarên mafên mirovan û tenduristiyê de li paş maye. Neteweyên Yekbûyî xwedî mîsyonên bingehîn ên mîna pêşvebirin, aştî, ewlekarî û mafên mirovan e. Lê belê her çend kêm be jî, di budçeya mezin a NY de, para ji tenduristî û mafên mirovan re tê veqetandin, mijara rexneyan e. Zeyîd Raad el Huseyîn ê ji bo Komîseriya Bilind a Mafên Mİrovan a NY (OHCHR) hat wezîfedarkirin, di hefteyên bihurî de bal kişandibû ser helwesta 'bêberpirsyarî' ya welatên endamên NY.
El Huseyîn ragihand ku OHCHR ji bo dema 2014 û 2015'an neçar maye bi budçeyeke ji 87 mîlyon dolarî ya salane qayîl bibe û got, "Ji min tê xwestin ku ez karesateke lehiyê bi sîtil û botekê çareser bikim." El Huseyîn da xuyakirin ku Konseya Ewlekariyê ya NY û Konseya Mafên Mirovan her tim mîsyonên nû didin wan û anî ziman ku ev mîsyon jî bi giranî mîsyonê lêkolînê û perwerdekirina komîsyonên lêkolînkirinê ne. El Huseyîn rexne kir ku li gel van hemû wezîfeyên OHCHR jî, fonên pêwîstiya wan pê heye, ji wan re nehatiye dayîn.
“NY WEKE KARKEREKÎ ARKUJIYÊ BI SER AGIR VE TÊ DEHFDAN, LÊ AV JÊ RE NAYÊ DAYÎN”
Rêveberê saziya bi navê Global Policy Forum (GPF) Jens Martens li ser mijarê axivî û got, "Hikûmet, Neteweyên Yekbûyî weke karkerê arkujiyê dehf didin ser agir, dûre jî wan di nîvê rê de diterikînin. Bnag li NY tê kirin ku bê cihê şewatê, lê ji bo vemirandina agir av jê re nayê dayîn û dûre wê bi 'têrnekirinê' sûcdar dikin." Martens bang li dewletên endam kir ku bersivê bidin pêwîstiyên NY bi taybetî jî OHCHR.
Ji ber ku OHCHR ji bo xebatên pêwîst ên li qada mafên mirovan bimeşîne xwedî budçeyeke têrker nîne, tê zanîn ku li welatên endam alîkariya li ser bingeha dilxwaziyê tê kirin.
BUDÇEYA TENDURISTIYÊ JI WIJDANÊ DEWLETÊN ENDAM RE HATIYE HIŞTIN
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ya ser bi NY ku rexne lê tê kirin li dijî vîrûsa Ebola ya li Rojavayê Afrîkayê derket holê 'kêm maye', bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ye. WHO ku ji bo salên 2014-2015'an xebateke bi berdêla budçeya 3 mîlyar 977 mîlyon euroyî amade kir, bi tenê ji sedî 23 ê vê budçeyê ji NY wergirt. Ji sedî 77 ê budçeya mayî jî, neçar ma ji alîkariya dildarî ya ji welatên endam, tedarik bike û li benda alîkariyê bimîne.
Li gel zêdebûna nexweşiyên şewbê yên li ser rûyê erdê, pêşîgirtina li vê budçeyê balê dikşîne.
Ji sedî 22 DYA, ji sedî 10,8 Japonya, ji sedî 7,1 Elmanya, ji sedî 5,6 Fransa, ji Sedî 5,2 Brîtanya Mezin û ji sedî 5,1 Çîn tevkariyê li budçeya giştî ya NY dikin. Îtalya jî di rêza heftemîn de ji sedî 4,4 tevkariyê li budçeya NY dike.