Bombeya deng avêtin navenda polîsan ya Bagcilarê

Bombeya deng avêtin navenda polîsan ya Bagcilarê

Li Bagcilara Stenbolê 2 bombeyên deng avêtin navenda polîsan. Di bûyerê de mirî yan jî birîndar çênebû.

Bûyer şeva din di demjimêr 23.00’an li Kolana Tûrgût Reîs Taxa Demîrkapi qewimî.

Navenda Polîsan ya 100. Yil Kemalpaşa ya li Bagcilarê ku bi îşkence û mirina di bin çavan tê hate rojevê du bombeyên deng avêtin ketina avahiyê ya kolana piştê. Bombeyên deng bi dengekî mezin teqiyan, di bûyerê de mirî yan jî birîndar çênebûn.

Gelek polîsên ku şandin cihê bûyerê vekolîn kirin, li kolanên derdor jî lêgerîn pêkanîn. Di vê navberê de hate ragihandin ku, du kes hatine binçavkirin û birine navenda polîsan.