Bolton qala bazariya li ser dagirkeriyê kir

Şêwirmendê berê yê Ewlekariya Neteweyî yê DYE'yê John Bolton di pirtûka xwe de bazariya ku li ser dagirkirina Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin, vegot.

John Bolton ku sal û nîvekê Şêwirmendiya Ewlekariya Neteweyî ji Serokê DYE'yê Donald Trûmp re kir, piştî ku îstifa kir bazariyên girîng ên rêveberiya Trûmp û detayên wê di pirtûka xwe de ya bi navê 'Odeya ku bûyer lê qewimî' vegot. Di pirtûkê de bazariya di dema dagirkirina Rojava de hatin kirin, hate vegotin.

Bolton di beşa Tirkiyeyê ya pirtûka xwe de, beriya ku Rojava di Cotmeha 2019'an de ji aliyê dewleta Tirk ve bê dagirkirin, qala hin bazariyên dawiya sala 2018'an û destpêka sala 2019'an dike. Bolton diyar dike, tevî ku ew alîgirê vekişîna leşkerên DYE'yê bû, lê dixwest ku pêşî li dagirkirina Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bê girtin, Rêveberiya Xweser a Kurdan û gelên din, her wiha kontrola QSD'ê bidome. Bolton bi taybetî rola nûnerê taybet ê Trûmp ê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey a li dijî Kurdan ku xwe dispêre têkiliyên qirêj ên bi Tirkiyeyê re deşîfre dike.

BI ARMANCA ERDOGAN ZANÎBÛ

Bolton cih da detayên axaftina bi telefonê ya Kanûna 2018'an a navbera Erdogan û Trûmp û diyar kir ku Trûmp di vê axaftinê de nêta xwe ya vekişîna ji Sûriyeyê bi rengekî eşkere anî ziman. Bolton destnîşan kir ku vekişîna ji Sûriyeyê 'şaşitiyeke mezin' e û ragihand ku Trûmp qala wê yekê kir ku wê vekişe û têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ'ê yên mayî radestî Tirkiyeyê bike. Bolton diyar kir ku Erdogan di wê axaftinê de ji bo armanca xwe ya êrişa dagirkeriyê ya li ser Sûriyeyê gotiye ku 'Tenê li dijî DAÎŞ'ê û YPG'ê ye ku weke PKK'ê dibîne' û wî jî ji vê gotina wî fêhm kiriye ku armanca wî 'şervanên Kurd hemû' ye.

WÊNEYÊ MEZIN ÎRAN BÛ

Bolton ragihand ku vekişîna ji Sûriyeyê şaşitiyeke mezin bû û dema ku li "wêneyê mezin" dinihêrî didît ku armanc Îran e û bi vekişînê re ketiye nava fikaran ku Kurd bi tenê bimînin û ji ber vê yekê jî bi hevalbendê Îranê bi rejîma Sûriyeyê re li hev bikin. Bolton destnîşan kir ku ev rewş wê Kurdan bixe rewşeke zehmet a di navbera Erdogan û rejîma Esad. Trûmp 10 roj piştî axaftina 14'ê Kanûna 2018'an dixwaze careke din bi Erdogan re bi telefonê biaxive. Trûmp di vê axaftinê de ji Erdogan dixwaze pê bawer be ku 'Leşkerên DYE'yê neke hedef' û li şûna Kurdan 'êrişê bibe ser DAÎŞ'ê'. Trûmp ji Erdogan dibêje ku ew dixwaze ji DAÎŞ'ê rizgar bibe û bi vê armancê wê alîkariyê bi Tirkiyeyê re bike. Her wiha dibêje ku Kurdan bi salan li dijî DAÎŞ'ê têkoşiyan, lewma sempatiyek ji bo wan çêbû û ji ber vê jî divê êrişî Kurdan neke.

PROPAGANDA STANDART A ERDOGAN

Bolton di dema axaftina Trûmp û Erdogan de balê dikişîne ser propaganda ku Erdogan di mijara êrişnekirina Kurdan de bi salan e dike. Bolton nivîsî ku Erdogan îdîa kiriye ku ew 'ji Kurdan hez dike' û yekane partî ye ku li Kurdistanê dikare mîtîngan bike û îdîa kiriye ku YPG û PKK Kurdan temsîl nakin. Bolton anî ziman ku Erdogan derewa hebûna wezîr û parlamenterên Kurd dubare kiriye, wî ji van gotinên Erdogan bawer nekiriye û got, "Me ev hemû ji xwe berê bihîstibûn. Hemû jî propaganda rejîma Erdogan a standart bû."

ERDOGAN Û MÛSSOLÎNÎ

Bolton di beşên beriya niha yên pirtûkê de cih da axaftina beriya niha telefonê ya Erdogan û Trûmp û ji bo Erdogan got, bi rêbaza xwe ya axaftinê dişibiya faşîst Mûssolînî ku mîna ji şaneşînê propagandayê ji girseyan re bike.

JEFFREY BI TIRKIYEYÊ BAWER BÛ

Trûmp di Çileya 2019'an de James Jeffrey kir nûnerê xwe yê taybet ê li nava koalîsyona têkoşîna dijî DAÎŞ'ê. Bolton diyar kir ku li gorî gotinên Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo, Jeffrey yekî welê bû ku qet ji Kurdan hez nedikir. Jeffrey di navbera salên 2008 û 2010'an de Sefîrê Bilind ê DYE'ye yê li Enqereyê bû. Bolton diyar kir ku li dijî nêrîna giştî ya li DYE'yê, Jeffrey ji Tirkiyeyê bawer dikir û weke 'Partnerekî pê bawer ê NATO'yê' didît. Bolton bi gotina 'muşterîtiyê' têkiliya Jeffrey a bi Tirkiyeyê vegot.

DI DAGIRKERIYÊ DE ROLA JEFFREY

John Bolton qala bazariyên bi Tirkiyê dike yên ku piştî Trûmp di dawiya sala 2018’an daxuyanî dabû ew ê leşkerên DYE ji Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê vekişin. Bolton balê dikişîne ser James Jeffrey ê ku bi Tirkiyeyê re têkiliyên wî yên berjewendiyê hene. Di dema van bazariyan de li hemberî polîtîkayên ne zelal û roj bi roj diguherin ên ku Trûmp têkiliyê bazirganî derdixist pêş, di navbera rêveberên asta bilind de jî fikrên cihê hebû.

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ GOTINÊN POMPEO

John Bolton piştî daxuyaniyên Trûmp di serê Çileya 2019’an de berê çûbû Îsraîlê û ji wir jî çûbû Enqereyê. Li vê derê wê derbarê plana ‘herêma ewle’ ya di navbera Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û sînorê Bakurê Kurdistanê pêşniyazên DYE’yê bihata nîqaşkirin. Li vê herêmê wê çekên giran tunebûya. Di vê pêvajoyê de Wezîrê Karê Derve Pompeo ji New York Tîmesê re axivîbû û gotibû, “Yek ji peywira sereke ya DYE ev e ku pêşiya qetilkirina Kurdan bigire.” Bolton diyar dike ku ev gotinên wî û helwesta wî ya piştgiriya Kurdan dike li xweşiya Erdogan naçe û axaftina bi wî re jî bi hinceta ‘axaftina meclîsê’ tê betalkirin. Lê Bolton piştre fêm dike ku ev axaftin ji bo bersivdana pozîsyona DYE’yê ye ya ku wî bi xwe pêşkêş kiribû.

POMPEO: MAFÊ WE YÊ HILBIJARTINÊ HEYE

Bolton qala axaftinên xwe yên bi Mîke Pompeo dike dema ku ji Enqereyê vedigeriyan û diyar dike ku Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû dixwaze xwe bigihîne wî. Pompeo ji Çavûşoglû re gotiye, “Mafê we yê hilbijartinê heye, yan hûn ê me li ser sînorên xwe bibîne yan jî dema em vekişi wê Rûsya û Îran hebe yên ku dixwazin têkevin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.” Bolton diyar dike ku wî ji Pompeo re jî gotiye ku, wê ev peyam rasttir be.

JEFFREY BI NEXŞEYÊ DIGERIYA

John Bolton di pirtûka xwe de qala bazariyên di serê Çileya 2019’an de dike yên ku Nûnerê Taybet James Jeffrey derbarê dagirkeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nexşe amade kiribû û ev nexşe di navbera rêveberên asta bilind de bûbû sedema aciziyê. Li gorî pirtûkê Jeffrey di nexşeya rengîn a di destê xwe de diyar kiriye ku wê kîjan herêm ji Tirkan re û kîjan herêm ji Kurdan re were hiştin.

Bolton radigihîne kêfa Serokê Artêşa Giştî Joseph Dûnford ji parvekirina di nê nexşeyê de nayê û ew jî diyar dike ku divê herêma di bin kontrola QSD û Herêma Xweser wekî xwe bimîne. Bi pirtûkê de ev tişt tê gotin, “Min jê pirsî armanca me ya sereke ev e ku Tirk divê teqez li rojhilatê Firatê li ser sînorên xwe bin û Dûnford jî diyar kir ku ev helwesta wî ye jî. Min jê re got bi şertê ku divê leşkerên DYE li herêmê nemîne divê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî xwe bimîne. Min dizanibû ku ev ‘peywireke dijwar’ bû lê heke em bi ser neketina jî divê wekî armancekê bima. Dûnford gotina min piştrast kir.”

MIJARA DÎROKEKE BALKÊŞ

Bolton diyar dike ku piştre Jeffrey mafê axaftinê werdigire û derbarê helwesta wan belavoka prensîban amade dikin. Bolton dibêje ku wî hevoka ‘Divê mialemeyeke xerab li Kurdan neyê kirin û divê teqez leşkerên Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nebin’ lê zêde dike.

Boltan balê dikşîne ser vî tiştî ku nexşeya ku Jeffrey li hemberî teksta DYE’yê qebûl kiriye û pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk vedike û li gorî dagirkeriya piştî îstîfaya wî ya di Îlona 2019’an de, meseleyên evqasî girîng in ku divê ‘di warê dîrokî de li ser wê analîz were kirin.’

Ji gotinên Bolton derdikeve holê ku axaftina bi Dûnford û Jeffrey di dema serdana Enqereyê de hatiye kirin û gumana nexşeya dagirkeriyê ji aliyê Jefrrey û rayedarên Tirk hatiye amadekirin, xwe dide der.

'DAÎŞ NE DI XEMA ERDOGAN DE YE'

Bolton got piştî vegerê li Trûmp geriyaye û Serokê DYE'yê li ser mijara vekişînê helwesta xwe domandiye û got, ''Trûmp digot Tirkiye beriya bi mehan hazir e ku têkeve Sûriyê û ji ber vê jî hê dema ku yên me (leşkerên DYE) li wir bûn, beriya ku Tirk êrîşê bibin ser Kurdan dixwest ku vekişînê bide destpêkirin. Trûmp got, ''DAÎŞ ne di xema Erdogan de ye'' û ev rast bû. Her wiha got piştî vekişîna ji Sûriyê jî DYE li ser mijara ku li DAÎŞ'ê bixe wê karîger be û ev rast jî bû.''

Bolton got Trûmp dengê xwe li wan kiriye da ku 'îmaja qelsiyê' çênebe lê rûdan çêbûne û diyar kir Trûmp gotiye,''Em naxwazin tevlî nav şerê navxwe bibin. Ew (Kurd û Tirk) dijminên xweristî ne. Kurd û Tirk bi salan e şer dikin. Em ê tevî şerê navxwe nebin lê em ê DAÎŞ'ê biqedînin.''

DUNFORD LI DIJ RADIBÛ

Li gorî Bolton Serekerkanê DYE'yê yê wê demê Joseph Dunford her çendî nêzî fikra herêma tampon a li sînorê Rojava yê di navbeyna Bakurê Kurdistanê û Rojava de jî bû, bi mîsogerî li dij bu ku artêşa Tirk biçe başûrê sînor. Dunford di pêvajoyê de di hevdîtinên leşkerî de li gorî çavdêriyên ji generalên artêşa Tirk standiye, ji Bolton re gotiye li dijî planên dagirkirinê yên Erdogan xwedî helwest bûne.

Bolton her wiha got, ''DYE dikarîbû qada hewayî bigirta û dikarîbû ji bo kapasîteyên hêza navnetewî bibûya alîkar, Dunford û min jî bawer dikin ku ev ê wê îmkanê bide me ku em qada hewayî ya Bakur-Rojhilatê Sûriyê kontrol bikin. Lê (di muzakereyan de) Dunford li ser vê zêde ranewestiye..''

Li gorî Bolton Jeffrey wê plana 'herêma ewle' ji Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Evdî re ragihanda lê Dunford lê difikirî opsiyonên Kurdan di vê mijarê de sînordar bûn û ti hêviya wî nebû.

TRÛMP ÎTÎBARA ME LI BIN GUHÊ ERDÊ DA

Boltan li ser biryara vekişandina leşkerên Emerîkî jî got, ''BiryaraTrûmp ji bo polîtîkaya DYE'yê û li hemû cîhanê ji alî îtîbara me ve tam bû hilweşandinek. Min dikarîbû vê pêvajoyê (vekişîna ku bûyî sedema dagirkirinê) weke beriya 9 mehan (Çile 2019) rawestînim, nizanim. Reaksyiona tund a negatîf a li dijî Trûmp dihate payin û biheq bû.''

JOHN BOLTON KÎ YE?

Di navbeyna Nîsana 2018 û Îlona 2019'an de Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Serokê DYE'yê Donald Trûmp kiriye.

Bolton Îlona 2019'an ji ber ku ji gelek aliyan ve bi Trûmp re nema li hev dikri dev ji karê şêwirmendiyê qeriyaye.