Bo kesên di berxwedana Gezî de jiyana xwe winda kirîn fanûsên ‘daxwazê’

Bo kesên di berxwedana Gezî de jiyana xwe winda kirîn fanûsên ‘daxwazê’

Malbatên kesên ku di çalekiyên Parqa Gezî de jiyana xwe ji dest dane  bi sergotara “ Em li dijî tarîtiyê berxwe didin” îşev di saet 21.30 hemû kes vexwandin firandina fanûsên daxwazan di balkon û sîwaneyên malên xwe.

Xizmên yên ku di berxwedana Gezî de jiyana xwe ji dest dane, li ser malpera parvekirina ya sosyal girêdayî kampanya ku destpê kirine îro di saet 21.30’an de ji hemû kesê ji bo li malên xwe fanûsên daxwazê bifirînin vexwandin alikariyê. Di daxuyaniya ku ji aliyê malbatan ve li ser malperên sosyal de hatiye parvekirin wiha dibêje: “ Hemû kes li ser sîwaneya mala xwe, li cihekî vekirî û bilind yan jî li cihekî bê dar bi firandina fanûsa daxwazan vedixwînîn berxwedana li dijî tarîtiyê.”

Birayê  şehîdê Gezî Ali Îsmaîl Korkmaz Gurkan Korkmaz di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê malpera xizmatên sosyal de wiha got: “ Gel êdî şiyar bibe. Îro di saet 21.30’an de tevayê Tirkiyê bi fanûsê daxwazê ronî dibe. Malperên parvekirinê yên sosyal de gelek kesî piştgiriya xwe daye diyarkirin, hat ragihandin ku li gelek navçe û bajarokan fanûsên daxwaziyan xilas bûne.