Bisedan kes serdana konê sersaxiyê ê gerîla Elîf dike
Bisedan kes serdana konê sersaxiyê ê gerîla Elîf dike
Bisedan kes serdana konê sersaxiyê ê gerîla Elîf dike
Gerîlaya PKK’ê Ezîme Sabûtekîn (Elîf) ku di pevçûnek ya sala 1994’an de jiyana xwe ji dest da, malbata wê li navçeya Yuregîr konê sersaxiyê veda. Bisedan kesî serdana konê sersaxiyê kir.
Malbata gerîlaya PKK’ê Ezîme Sabûtekîn ya binasnav Elîf ku di pevçûnek ya sala 1994’an de jiyana xwe ji dest da, konê sersaxiyê li ber mala xwe ya li Taxa Koza navçeya Yuregîr ya Edeneyê veda û serdan qebûl kirin.
Bisedan kesên ku di nav de Endamê MP’a BDP’ê Îbrahîm Yakût, Endama Meclisa Jinan ya BDP’ê Sûzan Kiliç, rêveberên BDP’a bajar û navçeyan, Berdevkê MEYA-DER’a Edeneyê Mûrat Tûrgay, aktîvîstên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê û aktîvîstên Meclisa Ciwanan ya BDP’ê serdana konê sersaxiyê kirin.
Girse deqîqeyek li ser giyanê kesên di tekoşîna azadî û demokrasiyê de canê xwe dane rawestiyan û sersaxî li malbatê dan.
Berdevkê MEYA-DER’ê Mûrat Tûrgay di serdanê de axivî û got, kesên di tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane ji bo wan rûmetin û ew dê tekoşîna wan ji cihê mayî berdewam bikin. Piştî Tûrgay birayê gerîla Sabûtekîn Xelîl Sabûtekîn axivî. Sabûtekîn sipasiya herkesê kir û got: “Şehîd, şehîdê hemû gelê Kurd e.”
Piştî axaftinan girse ji konê sersaxiyê veqetiya.