Serê sibehê li Stenbol û Kirklareliyê bi ser malan de hat girtin; ji Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên civakî yên sivîl herî kêm 20 kes hatin binçavkirin. Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya da zanîn ku 26 cihan de hatiye girtin.
Li gorî ku tê gotin dibe ku kesine din jî binçav bibin. Daraza Tirk zû bi zû biryara nependîtiyê li ser lêpirsînê da û bi 24 saetan li yên binçavkirî hat qedexekirin ku xwe bigîhinin parêzerên xwe.
Hin kesên ketine bin çavan ev in: Endamê Meclisa Giştî ya HDK’ê Ûmût Ezber, Endamê Meclisa Partiyê ya HDP’ê Cengîz Topbaşli, Hevseroka Giştî ya Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) Kadriye Dogan, Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyup Sûbaşi, Hevseroka HDP’ê yê Pendîkê Oya Aytekîn, rêveberên rêxistina HDP’ê ya bajêr Çetîn Aslanboga û Mesût Firat, rêveberê HDP’ê yê Ataşehîrê Halîl Aksû, Hevseroaka HDP’ê ya Bakirkoyê Gonca Yangoz û Mehmet Akçîçek, Bulent Yildirim, Zeynel Azadî, Fikiriye Sarigol, Bûrcû Demîr, Fethiye Kizmaz, Behiye Demîr, Huseyîn Avras, Baran Sumbul, Oktay Okşal û Behiye Dûman.