Dewlet bi hezaran salane welatiyên xwe qetil dike. Pergala Modernîteya Kapîtalîst, li ser qetilkirina mirovan hatiye avakirin. Komara Tirkiyeyê jî diraneke vê pergalê ye û ew jî bi heman rêbazî tevdigere
Feraseta Serokwezîr rê dide komkujiyan. Komkujiyên wekî Qoçgirî, Şêx Seîd û komkujiya Dêrsimê, Gurgum, Sêwas berhemên heman ferasetê ne. Komkujiya 33 gule û ya 34 bombe jî berhema heman ferasetê ne.
Komkujiya Roboskiyê ez şaş nekirim. Ji ber ku berî niha gelek caran hatibû gotin ku dibe komkujiyek li hemberî gelê Kurd pêk were û bi taybetî jî li herêma Botanê. Ev mijara komkujiyê di rojevê de bû. Rayedarên komarê hertim digotin “polîtîkayên taybet em dê li ser vê herêmê bidin meşandin.”
Polîtîkayên wan ên taybet ev komkujî bû û îro ev komkujî pêk anîn. Heta niha gelek caran ev karesata gemar xistin meriyetê. Artêşa Tirk nikare li hemberî gerîlayên HPG’ê bi ser bikeve û li hemberî gerîlayan gazên kîmyewî bi kar tîne. Komkujiya Geliyê Tiyarê û hwd. dida xuyakirin ku komkujiyek mezintir li pêşiya gelê Kurde. Ji xwe komkujiya Roboskiyê ji berê de aşkera bibû û îro jî dide xuyakirin ku, di demên pêş de wê komkujî mezintir were pêşiya gelê Kurd.
FERMANA KOMKUJÎ YÊ
Serokwezîr Erdogan sipasiya xwe ji leşkeran re dibêje. Gelo hûn fikirîn ku çima sipasiya xwe ji artêşa re kir?Ez bawerim hûn fikirîne. Fikrê min; Ji ber ku fermana vê komkujiyê di civîna Lijneya Ewlekariya Netewî (MGK)’ê de hat girtin. Artêşê jî peywira xwe bi serkeftî anî cih. Sipasiya Erdogan ji ber vê bû û tê wateya ku; heke gelê Kurd doza mafên xwe bike dê rewşa wan ev be. Ango dibêje mafê we ya mirine yan jî divê hûn bibin Kurdê AKP’ê. Du vebijêrkan tenê dide pêşiya gelê Kurd.
Bê şerm derdikeve û dibêje; “ma dewlet welatiyên xwe bombe dike” dema ku wisa digot divê mirov jê re bi gota; “here ber neynikê li xwe binêre, tu yê xwe bibînî.” Pînokyo dema derewan dike pozê wî dirêj dibe lê yê serokwezîr rêviyê wî tê jêkirin.
XWEFIROŞÊN DECAL
Di civîna koma partiya xwe de dibêje; “BDP’ê daye li ser riya îblîs.” Ez dibêjim; li şûna ez bidim li ser riya te, Ez dê bidim ser riya îblîs ji riya te çêtire. Ji ber ku feraseta te ji ya îblîs bi sed qatî xirabtire. Mirov bi rehetî dikare bêje ku ev mirov Decalê hemdeme û bi yên derdorê xwe re.
Îro bi leşkerên xwe şerê Decal û Mehdiyê didomîne. Gelê kurd Mehdî ne li hemberî Decal têkoşînê didin meşandin. Yên ku li derdora serokwezîr kom bûne, bi taybetî parlamenterên wî yên Kurd. Piştî komkujiya Roboskiyê heke hêj jî ligel wî bin, ew jî xwefiroşên decalin. Heke ne wisa bûna, bi yekî xwefiroş daxuyaniya partiya xwe pê nedida kirin. Bi zanebûn ev daxuyanî bi parlamenterên xwe yên Kurd dide kirin.
GEL DÊ HESAP BIPIRSE
Bila her kes bizanibe ku gelê Kurd ne gelê berê ye û êdî bi tu awayî wê neyên xapandin. Gelê me wê li xwe û li tevgera xwe xwedî derkeve. Îro roja berxwedanê ye. Şerê topyekun li hemberî gelê Kurd tê meşandin.
Li hemberî vî şerê topyekun pêwîste gelê me berxwedanekî topyekun bide meşandin. Em bi Hîtlerekî hemdem re rû bi rû ne. Di dema Hîtleran de bûrjûwaziyên cihuyan bû sedema komkujiyan cihuyan. Îro xwefiroşên Kurd dibin sedema kumkujiyên kurdan.
Dê dîrok vî hesabê ji wan bipirse. Wê bi tu awayî nikaribin li hemberî dîrokê xwe biparêzin. Xwîna 34 zarokên Kurd bi destê wan ve ye.
Em dê tu carî negirîn. Em dê negirîn ku êşên me sivik nebe. Ji bo ku hêrsa me danekeve û her ku em çav li feraseta dewletê mêze dikin, Geliyê Tiyarê û komkujiya Roboskiyê tê bîra me.
*Ji Girtîgeha Hacilar a Kirikkaleyê DERWÊŞ TUXUBÎ*
*Malpera Rojnameya Azadiya Welat*