Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Biryara Erdogan a Roboskiyê: Hemû ne sivîl bûn

Biryara Erdogan a Roboskiyê: Hemû ne sivîl bûn

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan îddia kir ku 34 Kurdên sivîl ên li Roboskiyê hatibûn qetilkirin, ji wan tenê hin kes sivîl bûn.

Erdogan îşev bi zindî tevlî televîzyona NTV'ê bû û bersiva pirsên derbarê rojevê da. Erdogan diyar kir ku wî dîmenên operasyona hewayî ku di encamê de 34 gundiyên Roboskiyê hatibûn qetilkirin dîtiye. Erdogan dest nîşan kir ku berî niha gelek caran êrîşên PKK'ê bi hêstiran pêk hatiye û wiha axivî:

"Min wan dîmenan temaşe kir. Mirov dikare hêsanî bibîne ku hêstir û mirov hene. Li ser wan hêstiran gelek bar jî heye. Berî êrîşa hewayî ev kes tên hişyar kirin, lê belê wan gohê xwe nedaye vê yekê. Hê ne zelal e ku ev kesên hatî kuştin hemû sivîl in an ne sivîl in. Pêvojaya lêpirsinê dewam dike, ji bo vê jî divê em li benda biryara dadê bin. Hê tiştek ne zelal e, dibêjin rabe ji wan lêborînê bixwaze."