Biryar hate standin ku Yuksekdag girtî bimîne
Danişîna doza Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag hate taloqkirin.
Danişîna doza Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag hate taloqkirin.
Danişîna Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ku rehîn tê girtin li Dadgeha Cezayê Giran a 16’an a Enqerê hate dîtin.
Yuksekdag ji ber sedema ku ji ber şertên girtîgehê heftiyê çend saetan dikare xwe bigihîne dosyayê û bi sedema ku mafê wê yê xweparastinê tê sînordarkirin tevlî danişînê nebû.
Parêzera Yuksekdag Rûken Gulagacî xwest ku Yuksekdag were berdan û parastina xwe bi rengekî bi tenduristî bike.
Şandeya Dadgehê bêyî ku parastina Yuksekdag bistîne biryar li ser da ku rewşa girtîbûna wê bidome û danişîn taloqî 24’ê Îlonê kir.