Biryar hate dayin ku Yuksekdag bi zorê tevlî rûniştinê bê kirin

Dadgeha Tirk biryar da, ku Yuksekdag a nexwest bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştina li Rihayê bibe, bi zorê tevlî rûniştinê were kirin.

Der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag de, ku parlementeriya wê hat xistin, ji ber ku di sala 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê got "Em pişta xwe didin Rojava û Kobanê. Em pişta xwe didin têkoşîna YPG û YPJ a li dijî wan çeteyên tarî. Ti gumanê me ji vê gotinê nîn in" doz lê hatibû vekirin. Rûniştina 5. a vê dozê pêk hat.

Yuksekdag a ku bi îdîaya "Endama rêxistinê ye" û "Propaganda rêxistinê kiriye" tê darizandin li 5. Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hate darizandin. Yuksekdag a ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin, tevlîbûna bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) a li rûniştinê red kir. Di dozê de parêzerên wê Sevda Çelîk Ozbîngol, Farûk Bedlek û Yasîn Aktaş jî amade bûn. 

Parêzerê Yuksekdag Ozbîngol di parastina muwekîla xwe de ev tişt got: "Em ji 16. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê daxwaz dikin ku gihandin û hemû xisûsên din ên bi kêmasiya dosyayê bên temamkirin. Ya din jî muwekîla me raste rast dixwaze li dadgehê parastina xwe bike. Ji ber vê yekê em dixwazin ev kar û bar pêk werin."

Heyeta dadgehê li ser daxwaza parêzeran daxwazname ji 16. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re şand. Heyetê biryar da di rûniştineke din de Yuksekdag li dadgehê amade be. Û rûniştin ji bo 20'ê Îlonê taloq kir.