Birîtanyayê bihayê 30 milyon dolar çek ji komên çekdar yên Sûrî re şand

Birîtanyayê bihayê 30 milyon dolar çek ji komên çekdar yên Sûrî re şand

Rojnameya Daily Star Sunday ya Birîtanyayê da diyarkirin ku, Birîtanyayê  bihayê 20 milyon sterlînî çek ji bo komên çekdar yên Sûriyeyê re şand.

Ne veşartiya ku komên çekdar ji aliyê welatên Ewropa, Tirkiye, Qetar û Erebîstana Siûdî ve tên çekdar kirin, vê carê jî rojnameya Daily Star Sunday ya Birîtanyayê nûçeyek weşand û da diyarkirin ku, Birîtanyayê bihayê 20 milyon sterlîn ango 30 milyon dolarî çek ji bo komên çekdar şandine Sûriyeyê.

Rojnameyê ragihand ku, çekên ku Birîtanyayê ji komên çekdar yên Sûriyeyê ra şandine ji tifeng, topên sivik, narincok, antî-tang, avêterên mûşeka û teqemeniyan pêktê. Hate aşkera kirin ku, ev çek li dewletên derdora Sûriyeyê hatine bicih kirin û ev çek dikarin 1000 çekdarên muxalif bi çek bike.

Her wiha Rojnameyê destnîşan kir ku, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê William Hague roja Çarşemê parast ku ji bo mirovên li Sûriyeyê bên parastin çi pêwîst be ew amadene alîkariyê bidin muxalifên Sûriyeyê.

Komên çekdar yên ji aliyê welatên Ewropa, Tirkiye, Qetar û Erebîstana Siûdî ve tên çekdar kirin, hewil didin bikevin herêmên Kurdan ku li Sûriyeyê cihên herî aramin. Komên çekdar dixwazin bê îstîqrarî û ne aramiyê jî bixin Rojavayê Kurdistanê. Pevçûnên ku li Serêkaniyê jî derketîn yek ji van nîşaneyanin.