Biraziyê parlamenterê AKP’ê yê Amedê Cuma Îçten, Heybet Îçten yê 30 salî ku bankavane, derket holê ku li şaxa bankaya cemawerî ya ku wek weznedar dixebitî, 5 mîlyon lîra zêdetir pere xistiye zîmeta xwe û ji ber vê rastî 13.5 sal cezayê girtîgehê û 2 mîlyon 859 hezar lîra cezayê pere hat.
Derket holê ku dema Heybet Îçten yê li şaxa Ofîsê ya bankayê veznedar bûye di Nîsana 2012’an de 150 hezar lîra valahiye pere hatiye tespîtkirin. Rayedarên bankayê agahî dan polîsan û Heybet Îçten bi parêzerê xwe re çû edliyeyê û teslîm bû. Îçten di lêpirsîna xwe de got di 2009’an de 45 hezar lîra deynê wî hebûye û got: “Ji bo deynê xwe bigirim, ez bahîsê lîstim. Min 25 hezar lîra deyn kir. Min ji bankayê girt û da bahîsçî. Kesek hat bankayê fatureya ceyranê dida, min pê re samimiyet danî û min 25 hezar lîra jê girt û min valahiya bankayê girt. Pişt re ez dîsa bi bahîsê lîstim. Ji bo ez valahiyên xwe bigirim, mi ji hesabên muşteriyên taybet a bi dem pere kişand. Ji 15 hesabên cuda min mîlyonek û 368 hezar lîra û 50 hezar Euro kişand. Ji bo van hesaban bigirim, her tim min transfer kir. Lê deynê min neqedya. Min dovîzvanekî 550 hezar euro girt û valahiya xwe girt. Piştî xebatkaran ferq kir, ez teslîm bûm.
Dozgeriya lêpirsîn temam kir têkildarî Heybet Îçten de ji sûcê ‘zîmetê’ 24 sal û têkildarî Mehmet Mursel yê ku beşek pere veguhestiye de jî bi sûcê ‘alîkarî daye zîmmetê’ 18 sal ceza hat xwestin û bi vê daxwazê li Dadgeha Cezaya Giran a 2. a Amedê doz hat vekirin.
Îfadeyê 31 mexdurên ku mufetîşan serî li agahiyên wan dan, di îdîanameyê de cih girtin. Muşteriyan da zanîn ku ti agahiya wan tine ku ji hesabê wan pere hatiye kişandin û hatiye razandin.
Heyeta dadgehê 13.5 sal cezayê girtîgehê û 2 mîlyon 859 hezar lîra cezayê pere li Heybet birî û li gumanbarê din Mursel Tuncay jî 6 sal û 9 meh û 7 roj ceza birî. Hat gotin ku divê 953 hezar û 116 lîra zirara bankayê ji aliyê gumanbaran ve bê dayîn.