Biraziyê Kemal Pîr: Li Kobanê ruhê Kemalan şer dike

Biraziyê Kemal Pîr: Li Kobanê ruhê Kemalan şer dike

Biraziyê Kemal Pîr, Ziya Pîr ku bi armanca piştevaniya berxwedana Kobanê hat ser sînor got: “Li Kobanê ruhê Kemal Pîr, Hakî Karer, Mazlum Dogan û hevalên wan şer dikin.” Pîr bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin çalakiyên xeta sînor.

Demek berê xwişka Mazlum Dogan, Serap Mutlu tevlî berxwedana çalakiya sînor bû û niha jî biraziyê Kemal Pîr, Ziya Pîr tevlî bû.

Ziya Pîr ku kurê birayê Kemal Pîr, Mustafa Pîr e, ji Elmanyayê  hat xeta sînor û diyar kir ku ji roja ku berxwedanê destpê kiriye xwestiye bê, lê nikaribû û wiha got: “Min destpêkê bi YPG û YPJ’iyên birîndar yên Rihayê re hevdîtin kir û piştre min bi dildarên ku kampanyayê alîkariyê re dimeşînin hatim cem hev. Li vir min der barê hewcedariyan de agahî girt. Ez li konan geriyam. Dema min ev dîtin min got ku xwezî yek jî nehatiba jiyîn."

RUHÊ KEMAL PÎR LI KOBANÊ ŞER DIKE

Pîr da zanîn ku ruhê Kemal Pîr, Hakî Karer û hevalên wî hê tê jiyîn û wiha berdewam kir: “Li Kobanê bi hezaran birayên me xwişkên me şer dikin. Û ev ruh wê destûrê nede ku Kobanê bikeve. Ez xeta sînor jî kesên vê têkoşînê didin dibînim. Ev hêviyê dide me. Xwezî ez derbasî Kobanê bibûma. Ger neçim jî wan silav dikim.”