Birayên Taylan Ozgur Kahraman û Sînan Cemgîl Kahraman di 14’ salvegera cangora xwe de li bajarê Dusseldorf yê Almanyayê hatin bibîranîn.
9’ê Cotmaha 1998’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komployekî navnetewî de ji Sûriyeyê derket û bi sedan ciwanên Kurd bi çalakiya “Hûn Nikarin Roja me Tarî bikin” agir berdan bedenên xwe û hewildan pêşiya komployê bigirin. Di 21’ê Kanûna 1998’an de di 14’mîn salvegera Taylan Ozgur Kahraman ku bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da, li cihê jiyana xwe ji dest dayî hate bibîranîn.
Dayîk-bavê Taylan Ozgur û Sînan Cemgîl Kahramn, Şengê û Comert Kahraman, her wiha gelek Kurdistanê tevlî merasima bîranînê bûn. Merasimê bi deqîqeyek rêzgirtinê li cihê Taylan Ozgur Kahraman bedena xwe daye ber agir destpêkir. Cihê ku Kahraman bedena xwe daye ber agir, mûm hatin pêkxistin û gul danînê. Piştre li ser kesên ku di tekoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane Ronahî Pazarcik axaftinek kir û got; “Me di gelek qadên tekoşînê de şehîd dan. Me li Ewropa şehîd dan. Em li ser rêya Taylanan, Sînanan, Ronahî û Bêrîvanan dimeşin.”
Pazarcik destnîşan kir ku, ew bi Sînan Cemgîl re hevalên tekoşînê bûn û wiha axivî: “ Ez Sînan ji destpêka dest bi tekoşînê kiriye nas dikim. Hevalê Sînan hevalekî pir bihêz bû. piştî şahadeta hevalê Sînan şahadeta heval Taylan çêbû. Em li hemberî şahadeta van hevalan bejna xwe bihurmet ditewînîn. Em dê bîranînên wan bidin jiyana kirin.”
Piştî merasimê derbazî komeleya li Dusseldorfê bûn. Li vir di xwarina ji bo bîranîna kesên di tekoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane Nilûfer Koç axaftinek kir û diyarkir ku, “Şehîd pîvana me ya exlaqîne. Şehîdên me ji me re gotin, ‘me heya cihekê anî. Pêwîste hûn wêdetir bibin’. Li ser vê axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan li Rojhilata navîn modelekî aştiyê û biratiyê bîne hatiye afirandin. Ev di encama ked û hewildanên Rêbertiya me û şehîdên me de derketiye holê.” Koç rewşên rojane jî nirxandin û her wiha li ser encamên çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehan destpêkiribû jî nirxandin kirin. Koç destnîşan kir ku, “ Qedera dewletên mêtînger di destê me de ye. Em Kurd helwestek çawa bigirin ew dê li gorî wê pozîsyona xwe bigirin.”
Koç da zanîn ku, “Her roja ku tiştên em li vir dixwin vedixwin helale. Ji ber ku me bedelê wê daye. Şehîdên me bedelê wê bicanê xwe dan. Em weke gelê Kurd serbilindîn. Hemû tiştê ku me qezenc kiriye bi saya ked û hewildanên Rêbertiya me û şehîdên me ne. Em bi bîranînên Sînan û Taylanan li gel hevîn. Eger îro em li vir rihet dirûnin, ew bi saya şehîdên me ye.” Piştî axaftina Nîlûfer Koç dest bi xwarin xwarinê kirin.