Birayên Mûslûman wek ‘rêxistina terorîst’ hatin îlan kirin
Birayên Mûslûman wek ‘rêxistina terorîst’ hatin îlan kirin
Birayên Mûslûman wek ‘rêxistina terorîst’ hatin îlan kirin
Saziyên fermî yên Misirê tarîkata Birayên Mûsilman ku xwedî derbazbûyekî 85 salane wek “rêxistina terrorist” îlan kirin û di serî de xwepêşandanên wan hemû xebatên wan qedexe kirin.
Îro piştî pêkhatina civîna Kurula Wezîran şûnde wezîrên ku daxuyanî dan got ku Birayên Mûsûlman weke “rêxistina terrorist” hatiye îlan kirin. Dema ku Alikarê Serokwezîr Hussam Eisa ev daxuyanî da, Wezîrê Şêwirmendiya Civakî Ahmed El Berî jî got ku di serî de xwepêşandan ji vir şûnde hemû xebatên Birayên Mûsûlman hatin “qedexe” kirin.
Ev biryara qedexeyê li rasta rojek piştî êrişa xwekujî a li hemberî avahiya polîsan a li bakurê welat çêbûyî, hat. Di vê êrişê de 15 kes miribûn. Birayên Mûslûman ku ev êrişe şermezar kirin komekî ku li Sinai aktîvin û ji El Qaîdeyê perwerde girtîne ev êriş girtine ser xwe.
Ji Birayên Mûsûlman Muhammed Mûrsî bi derbeyekî leşkerî a di 3’ê Tîrmehê de ji peywîra wî a Serok Komariyê hatibû girtin. Leşkerên ku Mûrsî ji desthilatdariyê girtîn di şert û mercên heyîn de weke defakto welat bi rêve dibin. Di dema derbeyê de nêzî hezaran kesî jiyana xwe ji dest dabû û bi hezaran kes jî hatibûn girtin. Piştî derbeyê êrişên çekdarî jî pêş ketin.