Birayara AYM’ê tenê ‘kêmaniyên teknîkî’ nîne

Parêzer Dogan Erbaş ê biryara îadeyê ya AYM’ê ya têkildarî dosyaya girtinê ya HDP’ê axivî, bal kişand ser mijara îdîanameya Dadgeha Bilindê û diyar kir ku ev ne hinceta kêm a teknîkî ye.

Dosyaya girtinê ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind a derbarê HDP’ê hatibû vekirin, ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve îadeyî Dadgeha Bilind kirin. Her çendî AYM sedemê vê yekê fermî ranegihandibe jî, îdîanameya ku gelek kêmanî têde û xwe naspêre agahiyên şênber, di raya giştî de bi rojan hate rexnekirin.

Îdîanameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind Bekir Şahîn ve hate amadekirin û ji 609 rûpelan pêk tê, HDP bi ‘Bi vekirî destekdayîna PKK, KCK’ê, mîna wek parçeyek wê kar dike’ sûcdar dike.

Li ser  vê mijarê Endamê HDP a MYK’ê Dogan Erbaş ji ANF’ê re nirxandin kir.

HÊ DAXUYANIYEKE FERMÎ NEHATIYE DAYÎN

Erbaş destnîşan kir ku îadekirina AYM’ê ya dosyaya girtina HDP’ê ya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind wê nîşan dide ku tenê di aliyê teknîkê de lê nehatiye nêrîn û got: “Dadgeha Destûra Bingehîn hê hinceta xwe ya fermî neragihandiye. Neçare ku li ser malpera xwe ya fermî daxuyanî bide, mînak, hinceta fermî ya têkildarî Omer Farûk Gergerlîoglû ragihand. Lê têkildarî HDP’ê hê tiştek fermî nehatiye dayîn. Em nikarin bêjin li gorî nûçeyek AA’yê hatiye redkirin. Dema ku daxuyanî da em ê wê demê sedema esasî bizanin, lê li vir tenê behsa hinek kêmaniyên teknîkî nake.”

Dogan Erbaş anî ziman ku doza girtina derbarê HDP’ê bi zextên siyasî hatiye amadekirin, ev yek ne tenê ji aliyê HDP’ê ve heman demê ji aliyê gelek derdor û hiqûqnasan ve jî hatiye vegotin û wiha pêde çû: “Îdîanameyek bi lezbûbez hatiye amadekirin heye, ne tenê me ev yek, gelek hiqûqnasên rêzdar jî aniye ziman.”

‘GOTINA ‘DIVÊ AYM’ BÊ GIRTIN’, JI BO DADGEHA BILIND ÊRÎŞEKE MEZIN E’

Erbaş gotinên Serokê CHP’ê Devlet Bahçelî ya li ser girtina HDP’ê bibîr xist û diyar kir ku li gorî hiqûqê ji bo girtinê divê serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bide, lê MHP bê ku serî li vê yekê bide, mîna ku fermanê bide darazê diaxive û got: “Gotina Bahçelî a ‘AYM jî divê bê girtin’ êrîşeke giran e li ser AYM’ê û Dadgeha Bilind e. Divê tavilê ji bo wî gilî bê kirin. Yekane wateya gotina ku ti hikmê xwe yê qanûnî û hiqûqî nebe, tê wateya pratîka darbeyê.”

‘EM HEQ DERKETIN’

Herî dawî Erbaş destnîşan kir ku girtina partiyên siyasî divê li dîrokê bimîne û got: “Vekişîna AYM’ê ji aliyê me ve dide nîşandan ku tesbîtên me heq in. Me diyar kir ku bi îdîanameyên wiha partî nayên girtin. Ji xwe partiyên siyasî nayên girtin, ya vê rewabûnê dide wan desteka gel e.Divê girtina partiyan li dîrokê bimîne. Ev metnekî siyasî ye. Divê neyê girtin, em êtêkoşîna neyê girtin jî bidomînin.”