Bîranînek ji berxwedana şerê operasyona Çelîkê
Bîranînek ji berxwedana şerê operasyona Çelîkê
Bîranînek ji berxwedana şerê operasyona Çelîkê
Têkoşîna azadiya Kurdistanê ku weke dîroka ji agir tê binavkirin, her roj û her kêliyên wê yên 35 salên dawî, beşek ji dîrokê ye. Hêzên înkar û tinekirinê ji bo deshilatdariya xwe têkûz bikin, tevî operasyonên giran ên leşkerî, qirkirina çandî û komkujiyan, serî li rê û rêbazên qirêj ên şerê taybet dan.
Di şerê 35 salên dawî yên têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd de, dewleta Tirk komkujî û operasyonên xwe yên rêk û pêk ên li Bakûrê Kurdistanê, derxist derveyî sînor. Weke dewama komkujiyên dîroka komarê, di nava 35 salan de operasyonên xwe yên tinekirinê yên li hundir û derveyî sînor bi navê Balyoz, Çelîk, Mûrat, Temîzlîk û Sandvîç binav kir. Operasyonên Çelîk, bi tenê yek ji operasyonên tinekirinê yên li derveyî sînor e.
Operasyona Çelîk, yek ji xeleka girîng a konsepta tinekirinê ya li derveyî sînor bû ku ji aliyê çeteya Serokwezîra wê demê Tansû Çîller û Serokê Fermandariya Giştî Dogan Gureş ve di sala 1993'an de hat rêvebirin. Operasyona Çelîk, ji aliyê bi sedhezaran leşker, çete û nokeran ve hat meşandin û di encamê de dewleta Tirk li bajarên Başûrê Kurdistanê yên mîna Bamernê, Batûfa, Amediye, Şeladizê û Kanîmasî bicih bû. Ev dagirkerî, di roja me ya îro de jî dewam dike.
BI VEGOTINA FERMANDAREKÎ GERÎLA RE, OPERASYONA ÇELÎK
Operasyona Çelîk, di sala 1995'an de li dijî qadeke berfireh a ji Heftenînê (ji sînorê Sûriyeyê), heta Xakurkê (sînorê Îranê) hat meşandin. Fermandarê 23 salan ê gerîla Sînan Dijwar ku weke gerîlayekî ARGK'ê operasyon li Xakurkê pêşwazî kir, ji ANF'ê re behsa operasyona Çelîkê kir.
Vegotinên Dijwar, hem şerê qirêj ên hêzên taybet ên artêşa Tirk li Kurdistanê careke din radixe ber çavan, hem jî bi mînakên pratîk nîşan dide ku gerîla di şert û mercên giran de şerekî çawa yê vînê dide meşandin. Ji gotinên gerîla Sînan Dijwar, bûyerên di operasyona Çelîk a dewleta Tirk de, ji aliyê gerîla ve hatin jiyîn, dikarin bibin mijara fîlm û romanan. Bi vegotina gerîlayekî re, em rûyê rastî yê operasyona Çelîk careke din bi we re parve dikin.
KONSEPTA '94'AN BI KONGREYÊ RE TÊK ÇÛ!
“Di sala 1995’an de piştî kongreya 5. li geliyê Reş bûn. Li gorî agahiyên gihaştin destê me, dijmin amadekariyên operasyonekê dikir. Ji xwe dijmin di êrîş û operasyonên 94’an de encam ne girtibû û bin ketibû. Binketina dijmin ne tenê li ‘dervî sînor’ bû, li eyaletên wekî Dêrsim, Botan û Zagrosan çêbibû. Ji ber dijmin konsepteke nû bi temamî îmha ji xwe re kiribû armanc, tevgerê di dawiya sala 94’an û destpêka 95’an de kongre pêk anî û gihişt hin biryarên girîng. Yek ji van biryaran, mezinkirin û li her qada axa welat belavkirina gerîlla bû.
Dijmin ev rastî dizanîbû û dixwest darbeyekê li kongreyê bixe. Bi vê armancê navê Çelîk li operasyonê kiribû. Pêwîst bû weke Çelîk (Pola) tund û hişk bûya. Bi navê Çelîk darbeyek mezin hem li Bakûr hem jî li Başûrê Kurdistan’e li gerîla bide. Dema milê operasyonê yê Başûr destpê kir, hînê li gelek deverên çiyê berf hebû. Operasyonê ji Heftenînê heya bi Xakurkê xeta Metîna û Zagros bi şiklekî berfireh dabû ber xwe. Cihên karibin, wê darbe li gerîla bidin û tê de bimînin, cihê nikaribin jî wê pêşî li amadekariyên gerîla bigirin. Weke gerîla, em xwedî ezmûnên sala 94'an bûn. Dewleta Tirk di 94’an de bi hemû hêz û artêşa xwe konsepta tinekirinê dabû destpêkirin, lê di şer de bi ser neketibû.
Ji vê rastîyê beriya operasyon destpê bike, hin agahiyên me hebûn, lê me nizanîbû wê çiqasî berfireh dewam dike. Gava operasyon destpê kir ez li Xakurkê dimam. Roja 19’ê Gulan’ê dema helîkopteran leşker danîn qada şer, gelek çiyayên Xakurkê hînê bi berf bûn. Destpêkê ji bo operasyona Rûbarokê helîkopteran leşker danîn û çûn. Ji êvarî jî, di ser ava Hecîbegê re gelek hêzên wan derbasî Deşta Heyatê bibûn û hatibûn Kewirtê li milê Başûr veşartî xwe bicih kiribûn. Hêzên leşkeran, ji yekîneyên 30-40 kesan pêk dihatin. Beriya helîkopter bên û leşkeran deynin, ji qereqola Rûbarokê çend hawan hatin avêtin Gelîyên Reş û Lêlkanê. Me gotin dibe ku ev bombekirineke ji rêzê be, lewma me hînê leşkerên li nava Lêlkan û Kevortê nedîtibûn. Serê sibehê demjimêr di 7’ de dema me dengê helîkopteran bihîstin, em li jorê bûn.
ŞER LI LÊLKANÊ DESPÊ KIR
10 helîkopterên ku leşker ji Rûbarokê dadigirtin, li derdorê çiyayên Lêlkan û xeta Başûr danîn û diçûn. Bi qasî sê demjimêran 5 helîkopter radibûn, 5 ên din dihatin leşker vediguhestin. Dema helîkopteran navber didanê jî, vê carê ji qereqolê derdorê hewan di avêtin. Li dû avêtina havanan, bi qasî 2 demjimêrên din jî, veguhestina leşkeran dewam kir. Piştre leşker kom bûn û berê xwe dan Lêlkanê. Me ji pêş ve leşker didît, pevçûna despêkê nêzî demjimêr 4’ê derket. Gerîlla ji nêz ve li leşkeran dan û piştre bi qasî demjimêrekê pevçûnê dewam kir. Doçkayek a me hebû pir bi tesîr li dijmin dida û leşkeran nekarî bi pêş ve biçe. Piştî dijmin darbe xwar û leşker sekinî helîkopter hatin û çiyayên di destê gerîla de, nêzî demjimêrekê bombebaran kirin.
Ji ber kobra bê navber li gir dida, gerîllayên li gir nekarîbûn serê xwe rakin û leşkerên ber bi gir ve diçûn, bisekinînin. Em hêzên Geliyê Reş, me bi dûrbînan temaşe dikir. Hêza me 70 kes bûn, ji van 15 jî hevalên jin bûn. Leşker serê sibe zu ketibû tevgerê. Me bi dûrbînê, meşa leşkeran ber bi gir ve dişopand. Piştî demekê li gir, dengê pevçûn û teqînê hat. Ji ber êrîşên dijmin berfireh bûn, hevalan dest ji gir berdan. Dijmin wê şevê, li wî girî ma. Fermandarê yekîneya me Elî Piling bû. Ji bo amadekariyên roja din, em bi şev civiyan û mê plansaziyek xwe derxist. Ji ber îhtimal hebû ku li gel me jî şer derkeve, me hêstirê bar ê (lojîstîk) li nava dolekê veşartin. Û em kom bi kom belav bûn. Komek ji hevalên me, gevrîya Eliyê Dirêj girtibû. Dijmin jî bi şev ketibû rê û serê sibehê ber bi nûqteya me ya despêkê ya bi navê Eşref ve hat. Ji ber me nuqta vala kiribû, agir berdan cihê kampa me û şewitandin. Hevalan kemîn danîn pêşiya wan û li wan xistin. Piştî me li wan xist, dijmin hînê nû fêm kir ku em li wan derane û dûre herêm dan ber top û hawanan.
Ji topbaranê ti wendahiyên me çênebûn. Demjimêr derdora 7’an, li cihê koma me ya destpêkê şer destpê kir. Şer heta demjimêr 8’ê êvarê berdewam kir. Di şerê ku tevahiya rojê dewam kir de, sê hevalên me birîndar bibûn. Me wê rojê darbeyên giran li dijmin dan. Bi qasî ku me karîbû aşkira bikin 22 leşkerên ku hatibûn kuştin, 5 kes ji wana cerdevan bûn. Di nav leşkerên hatin kuştin de efserek (subay), yek usteymen û serhengek (yarbay) jî hebû. Lewra operasyon bi tevahî ji leşkerên pispor pêk dihat û ji ber vê jî gelekî ji xwe bawer bûn. Di dawiya rojê de, me careke din civîn û tekmîla xwe pêk anîn û ji ber pêwîstiyê me biryar girt ku, em êvarî paşde vekişin. Dijmin milê Xakurkê girtibû, dizanîn ku eger em paş de biçin emê herin milê Xakurkê. Ji xwe ji ber serê Evdal Kofî berf bû, me nedikarî biçin serî. Hemû der befir girtibû û bejahiyek rast tenê ma bû. Me ne dikarî em xwe bidin milê Geliyê Reş jî, ji ber dijmin ew mil jî girtibû. Milê tengava Arê û qebra Zahirê jî hatibûn girtin. Li pêşiya me tenê rêyek mabû, yan me dê di Geliyê Reş re lêdaba emê derbas bûna deşta Heyatê û biçûna aliyê din. Lê me ne dizanî ku emê çiqas bikarin vê yekê bi awayek serkeftî encam bidin. Ji ber vê jî me biryar da em xwe çend rojek di Evdil Kofî de veşêrin.
Me berê xwe da Evdil Kofî. Ger em neçûna em dê di quntara Evdil Kofî de di nava berf û beranên de mecbûr birawestiybana. Çawa me berê xwe da Evdil Kofî roja piştre cihê ku em lê sekinî bûn befir û baran bi şiklê şilopê di barî. Di roja despêkê ya şer de erzaqên me ne mabû. Ji bo demdirêj em karibin li ser piya bimînin me tiştên cem hevalan mayîn hemû komkirin û me teslîmê hevalên birîndar hevalên tendirustiya wan nebaş hebû, kirin. Ji ber ziruf ne xweşbûn, em 8 rojan li nav çiyayê Evdal Kofî, me xwe veşart. Hefteya despêkê, ji ber dijmin cihê me nezanibe, me têkilî bi hevalan Xakurkê re nedanî. Hevalên li biryargehê jî, ji bo xwe bigihînin me civînek çêkirin. Zêde derfetên me jî nebûn ku em bikaribin guhdarî Radyo bikin ka dijmin derbarê me de çi dibêje. Dema wisa em bêdeng dibin jî, dijmin hin nûçeyan belav dike. Piştre em bi derewên dijmin hesiyan.
ARTÊŞA TIRK LI SER DEREWAN DIXWAZE SERKETÎ BÊ NASKIRIN!
Dema ku dijmin destpêkê de dikeve kampa me, di nav tiştên li paş mayînde sicîla hevalan jî dikevin destên dijmin. Di sicîlan de em çend heval in, kîjan heval çi sileh di destê wî de heye; ev hemu zanyarî di sicîlan de hebûn. Dijmin van zanyarî hemû dide Radyoya Tirkan. Û di Radyo yê de dibêjin, ji Deşta Heyatê heta Geliyê Reş û Çiyayê Evdil Kofî û heta digihe Xakurkê me li cihek 44 gêrîlla kuştine. Li cihek din jî 12 kuştine. Car caran jî navê hinek hevalan dibêjin. Bi vî rengî dijmin beş bi beş van zanyariyan hemû di Radyoyê de diweşîne. Mebesta dijmin ewe ku şerê pîskolojîk bide meşandin û ji bona heval cihê xwe aşkira bikin. Hevalên rêvebir jî di Radyoyê de li van guhdarî dikin, lê ji bona cihê xwe aşkira nekin, cîhaz hemû girtî bûn.
Piştî roja 7’ê Serokatî dikeve dewreyê ji hevalan re dibêje çi çêbûye? Heval jî ji serokatî re dibêjin tu xebera me jê nîne. Serokatî ji hevalan re dibêje, “mudaxele bikin tiştek ji rewşa hevalan fam bikin. Komek biçûk jî bin bila herin ji gundiyan bipirsin. Bikevin nav de xeberek ji wan bigrin.” Hevalê Behzad berpirsê herêmê bû. Ew bi xwe tê, xwe dide milê Pîranê. Piştî roja 7’an xilas dibe em dikevin roja 8’ê têkiliya me bi hevalan re çêbûn. Ji biryargera Xakurkê hat gotin ku, tenê 3 heval birîndarin, wekî din tiştek nîne. Biryargeh ji me re got emê çawa bikarin xwe bigihînin wê. Hevalên me jî dibêjin “heya du sê rojên din emê bikarin li çiyayê Pîranê bigihijin hevdû.” Piştî me ev agahî da û şûn de, em ji cihê xwe derketin û me xwe bi jêrde berda. Dema ku me xwe berda jêrde baran dibarî û her der mijû dûman bû, mirov ne dikarî pêşiya xwe sed metroyan bibîne. Piştî me xwest têkiliya li gel havalên din çêbikin, dijmin jî agahdar bû, lê nedizanî ka em li kuderê ne.
GERÎLA BIRÇÎ DIÇE SER ÇEPERÊN LEŞKERAN!
Êvarî em çûne jêr, me li cihekî, hinek konserveyên leşkeran dîtin. Me ew konserveyên leşkeran komkirin û li gel me jî hinek nîskê me yê kevin jî hebûn. Lê tiştkî ku em karibin têde nîsk çêkin tunebû. Tenê çaydanekî me hebû, hevalan nîskê di wê çaydanê de çêkirin. Ji ber ku ev çend rojbûn me xwarin nexwarî bûn, her yek ji me nîv qedehên plastîk nîskê xwar û şûnde, me nekarî em zêde li serhev xwarinê bixwin. Xwarina me jî kêm bû, lê bi vî rengî me di aliyê erzaq û xwarinê de bi wî rengî çend rojan îdare kir. Piştî çend roj şûnde em heval, ji hev qut bûn. Hevalan gotin “hevalên fîzîka wan xurt bila biçin.” Gelek heval çûbûn, hevalên jin tenê 4 kes û em 14 hevalên xwe mayîbûn. Li gel me fermandarê yekîneyê me, li ser komê li cem me bû. Ji ber ev çend rojbûn ku me xwarin ne nexwaribû, di laşê me de sistahiyek çêbibû. Li gel vê jî, em neçar man carna biçin keşfê, carna jî bigirin ser girên dijmin.
Girek li hemberî me hebû, me roj şopand û me dît ku dijmin tê de heye. Li wî girê me keşfa wê kirin, nêzî 60-70 leşker tê de hebû. Ew ir bi qasî 500 metre ji girên din ên dijmin lê bû, dûr bû. Dema ku me bi cihazê axivî, dijmin fêm kir ku gerîlla di nava liv û tevgerê de ne. Ji ber vê jî tedbîrên xwe zêde kirin. Wê şevê ev girê me hedef girtibû, emê biçûna ser. Girên ku emê biçûna ser, heta derengiya şevê jî leşkeran agir lê dadabûn. Me xwe weke çar koma tanzîm kiribû û her komek ji sê kesan pêk dihat. Biryara me ew bû ku em bikarin nêzîkî dijmin bibin û derbeyek mezin li dijmin bidin. Eger em bikaribin û derfet hebin emê hinek leşkerên dijmin jî dîl bigrin. Êdî dema êrîşa ser dijmin hatibû. Piştî em nêzî gir û çeperên dijmin bûn, car caran me li ser çokan, carna jî li ser zik me xwe nêzîkî çeperên dijmin dikir. Lê çiqasî em diçin jî me qet dengê leşkeran nedibîst. Me bi dorbînê jî keşif kir û piştre me kesek di gir û çeperan de nedît. Em du heval heta 10 metreyan nêzîkî çeperên dijmin bûn û me kevir avêt çepera, lê ti deng û tevger me nedît. Heta 6 metreyan jî me xwe nêzî çeperan kir û kevir avêt, lê dîsa me dît qet tiştek diyar nabe.
LEŞKER JI TIRSA DI ÇEPERÊN XWE DE NARAZIN!
Em şûnde zivirîn û me ji hevala re got “em keviran li nav mewziya wan dixin qet tiştek nakin” hevalan ji me re gotin “wê demê herin eger di xew debin qasî hûn bikarin destpêkê çekên wan li ser rakin, eger wisa jî çênebe lê bireşînin piştî wê jî hûn dikarin yekê dîl bigrin, yanî qasî ji we tê bila bê qerebalix ev çalakî çêbibe bila dijmin bime nehese.” Em vê carê çûn ser çeperan, me dît ku çeper valane kesek tê de nîne. Em zivirîn hatin û du rojan li wê derê man. Me êdî şopand ku ev leşkerana bi ku ve diçin. Dawî de em têgihiştin ku ew bi şev agirê xwe dikin û li nav mewziyên xwe de namînin, xwe berdidin jêra erazî û ji ber ku êrîş li ser wan çênebe bela wela radizên.
Bi alîkarîya Partiya Demokratîka Kurdistanê (PDK), leşkeran li xeta Lêlkanê gelek cih girtibûn. Ji bo em vê xetê derbas bikin, pêwist bû em di nava çeperên dijmin re derbas bibûna. Şevek şûnde tîmek hevalên me çûn û xwestin derbas bibin. Heval hatin ferq kirin û nêzî du demjimêran şer berdewam kir. Dijmin dizanî em di nava wana de ne. Dema ku dijmin ji bo operasyonê diyar kiribû 12-13 êdî temam bibû. Ji ber wê çendê jî, dijmin hêzên xwe hêdî hêdî komî ser hev dikir. Dijmin hêzên xwe yên aliyê Şemzînanê, yên qebira Zahir, xeta Karker, Geliyê Reş û Arê dixwestin şunde bikişîne. Ev tevgera dijmin me li ser cîhazan dişopand. Eger ez ne şaş bim ê ku hêzên artêşa Tirk birêve dibir Osman Pamukoglu bû. Ji bo neyê naskirin û em çalakiyê li ser nekin jî, navê kodê xwe kiribû Serhed.
ARTÊŞA PAMÛKOGLÛ TÊK ÇÛ!
Rojê bi qasî 10 deqîqeyan kesek hebû bi navê Şahîn bû tekmîla şer ji wî re digot,me jî di bêtêlêde guhdarî wan dikir ji Osman Pamuk re digot: “operasyona paqijiyê berdewam dike.” Piştre dijmin diçin aliyê Xakurkê li wê derê bi hevalan re dikevin nava şer, li wê derê hinek şervanên nû jî hebûn. li wê derê 3 heval şehîd dikevin û hevalek jî bi navê Çekdar Goyî birîndar dikeve. Ew heval xwe digihîne me, çend rojan bi wî halê xwe yê birîndar di nava şer de dima.
Fermandarê me Hevalê Behzad ji me re got, “pêwiste hûn xwe bikin du kom. Eger hûn bikarin hem milê çiyayê Sîro, hem jî aliyê Geliyê Reş de li dijmin bixin.” Me ji herdu milan ve li dijmin dan. Ev cihên ku me li ser çalakî kir her yek jê texrîben nêzî 3 sed leşker tê de bi cih bibû. Berî mexrebê hevalan di herdu milan de li dijmin da û şer destpê kir. Ji ber hevalên çûbûn ser dijmin, ji nêz ve lê dan, zêde birîndar û kuştiyên dijmin çêbûn. Ên ku me bi çav dîtin û em çûn ser cenazeyên wan bi qasî 18 leşker hatibûn kuştin û gelek birîndarên wan jî çêbibûn. Piştî me darbe li dijmin xist û bi serketî xwe bi paşvekişand, dijmin jî hêza xwe xiste nava rewşa parastinê. Li ser vê hevalan ji me re gotin, “dibe dijmin hêzên xwe yê bipaşve kişandiye, şûnde vegerîne. Ji ber vê pêwiste hûn xwe bigihînin çiyayê Pîranê.”
BÎR Û BAWERIYA BI RÊBERE ME LI SER PIYAN DIGIRE!
Li ser fermana ji me re hat dayîn, me wê şevê xwe gihandin quntara çiyayê Pîranê. Em gelek westiya bûn û bi rojan bû ku em di nava operasyonê de bê xwarin bûn. Di vê rewşê de meşa dirêj em pir bêhal xistibû. Me nekarîbû xwe bigihînin hevalan, em bi roj li nêzî gundê Pîranê me xwe veşart. Roja dinê encex bi şev me karîbû xwe bigihande hevalan. Piştî em gihiştin hevalan, em pir bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.
Piştî wê demê ji hevalên me yên birîndar yek jê şehîd bû. Du hevalên din jî lingên xwe wenda kirin. Di nava wî şerî de ya ku me gihand serketinê, bawerî û vîna me ya ji Rêber Apo hatibû wergirtin bû. Ew hêvî û baweriya me ji Rêber Apo girtî, em li ser piyan hiştin.”