Bîranîna şehîdan li Hannoverê

Li bajarê Hannoverê sê gerîlayên ji heman malbatê şehîd bûn hatin bîranîn.

Gerîlayên HPG'ê Ferhat Arslan (Mûrat), Îlyas Arslan (Bawer Çewlig) û Ramazan Beslan (Cotkar Karker) ên ji heman malbatê li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê hatin bîranîn.

Di civîna bîranînê de qisekeran gotin, "Şehîdan ji bo azadiya vî gelî canê xwe bi daxwaza xwe feda kirin. Dikarîbûn jiyaneke din hilbijartibûna, lê belê her sê hevalên me canê xwe ji bo azadiya gelê xwe feda kirin."

Di axaftinan de hate gotin ku ew ê heta dawiyê li mîrateya şehîdn bibin xwedî.

Civîna bîranînê bi belavlkirina xwarina xêrê bi dawî bû.