Nivîsskar û rojnamevan Mehmet Alî Bîrand di bernameyek a televîzyonê de diyar kir ku divê Ocalan serbest bê berdan û di meclîsê de bibe rêberê partiyekê. Bîrand diyar kir ku rojnamevanên ku neçin bi Ocalan re hevdîtin nekin bila dest ji pîşeya xwe berdin.
Rojnamevan Mehmet Ali Birand beşdari bernameya CNN Turk a bi navê “Aykiri Sorular” bû û derbarê pirsgirêka Kurd de daxuyaniyên girîng da. Bîrand ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got; “Divê Ocalan bi efûyekê serbest bê berdan û di meclîsê de bibe rêberê partiyekê.”
Bîrand behsa hevpeyvîna ku di salên 1990’an de bi Ocalan re kiribû, kir û gto; “Ger îro jî çêbibe, ez ê biçim hevpeyvîn pêre bikim” û wiha domand; “Ger îro rojnamevanek bêje Ocalan ji bo hevpeyvînê bangî min dike û ez qet naçim pêre hevpeyvîn nakim, bila ew rojnamevan dest ji pîşeyê xwe berde.”
Bîrand destnîşan kir ku di nava 10 salan de dê agirbest bên îlankirin, efûyek ku Ocalan jî di nav de dê bê dayin, pêngav dê bên avêtin, çek dê bên danîn. Bîrand got; “Divê em hinek realîst bin” û diyar kir ku Ocalan dikare bibe rêberê partiyekê û mînaka Erefat û şîmon Perez da.
Bîrand got; “Wan jî digotin terorîst, ji Ocalan re jî digotin” û wiha domand; “Lê divê em hin rastiyan bibînin, dibe ku ev yek li rastî nerazîbûnan bê, lê cîhan wiha ye, diguhere. Rolên di nava cîhanê de jî diguherin.Ger pir dereng nebe, Ocalan dê were Meclîsa Tirkiyeyê û li wir wezîfe bigire.”