Binpêkirinên li Kurkçulerê li gorî qanûnê ne!

Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê piştî salekê û şûnde bersiva serlêdana HDPê ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuleran da û got: “A hatiye kirin li gorî qanûnê ye.”

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatimogûllari û Kemal Pekoz, rapora Komîsyona Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edenê ya derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê rû didin de di Tîrmeha 2019’an de weşand, birin Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê.

Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê ya derbarê serlêdana parlamenteran dest bi lêkolînê kir, mijar ji Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan Wezareta Dadê pirs kir.

Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê piştî salekê bersiva pirsên derbarê mijarê da. Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê lêkolîna xwe temam kir û îdîa kir ku li dijî tu hikumxar û girtiyan cudakarî, muameleyên xirab û nêzîkatiyên keyfî yên karmendên girtîgehê tuneye. Komîsyonê da zanîn ku lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edenê ya di derbarê îdîayan de bi rê ve bir jî, bi biryara ne şopadinê bi encam bûye.

Komîsyonê derbarê nedayîn Rojnameya Yenî Yaşamê jî wiha got: “Rojname li gorî rêziknameya girtîgehê ji bo girtî û hikumxwaran nayê dayîn.”