Binçavkiriyên li Enqerê roja Înê derdikevin pêşberî dozgeriyê

Binçavkiriyên li Enqerê roja Înê derdikevin pêşberî dozgeriyê

Li Enqerê 25 kesên di operasyona polêsan a bi hinceta destekdayîna berxwedana Parqa Geziyê de hatin binçavkirin, roja Înê derdikevin pêşberî dozgeriyê. 

Bi hinceta beşdarî çalakiyên şermezarkirina dijwariya polêsan a ji 28'ê Gulanê û vir ve bûne, polêsan avêtin ser 26 malên li Enqerê û di encamê de ji Halkevlerî, ESP, BDSP û Odak gelek kes kirin binçavan.

Ji parêzerên Komeleya Huqûqnasên Hemdem Teoman Ozkan agahî da ANF'ê û diyar kir, ku li ser dosyayê biryara veşartinê heye û piştî qedexeya 24 saetan a hevdîtinê temam bû, ew îro çûye dîtina binçavkiriyan. Parêzer Ozkan da xuyakirin ku rewşa tenduristiyê ya 25 kesan baş e û anî ziman, ku ji binçavkiriyan Ûmût Bîlgen ê di binê 18 salî de ye serbest hatiye berdan û 25 binçavkirî jî wê roja Înê derkevin pêşberî dozgeriyê.