Binçavkiriyê di lêpirsîna Korkmaz de hat berdan

Binçavkiriyê di lêpirsîna Korkmaz de hat berdan

Li Eskîşehîrê, kesê bi navê S.K. yê di çarçoveya lêpirsîna dosya Alî Korkmaz hat binçavkirin, serbest hat berdan.

Hat hînbûn, qedexeya derketina derveyî welat danîne ser S.K û bi biryara kontrola edlî hatiye berdan.

Di vê navberê de hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de li 2 kesên din jî digerin.

Birayê Alî Îsmaîl Korkmaz parêzer Gurkan Korkmaz diyar kir ku ew nûçeyên dibêjin; êrîşkar ne polîs in û guman bar hatine binçavkirin, samîmî nabînin. Parêzer Korkmaz diyar kir ku hînê ew nizanin ka kî hatiye binçavkirin, lê li pişt bûyerê teqez polîs hene.