Binçavkirina endamên ATÎK'ê hat protestokirin

Binçavkirina endam û rêveberên ATÎK'ê yên di 15'ê Nîsanê de li bajarê Elmanya Nurnberg û li Swîsreyê hatin binçavkirin, li Stûttart û Mannheimê bi daxuyaniyên çapemeniyê hat protestokirin.

Binçavkirina endam û rêveberên ATÎK'ê yên di 15'ê Nîsanê de li bajarê Elmanya Nurnberg û li Swîsreyê hatin binçavkirin, li Stûttart û Mannheimê bi daxuyaniyên çapemeniyê hat protestokirin.

STÛTTGART

Li Meydana Schlos a li bajarê Elmanya Stûttgartê, li ber konê HDP'ê daxuyanî hat dayîn û di dema dayîna daxuyaniyê de pêkhateyên Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk amade bûn.

Di daxuyaniya li ser navê Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK) de hat gotin, "Em operasyonên polîsan ên li hemberî aktîvîstên me, li hemberî pêkhateyên ATÎK bi tundî şermezar dikin. Banga me li saziyên demokratîk û pêşverû ye; piştevaniyê xurt bikin."

Nûnerê Federasyona Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF) di axaftina xwe ya li vir de got, "Weke AGÎF em terora binçavkirinan a li hemberî ATÎK'ê hat meşandin şermezar dikin û zordariya polîsan protesto dikin. Şoreşgerên di binê çavan de tên ragirtin, divê tavilê serbest werin berdan. Em li cem rêhevalên xwe yên ATÎK'î ne. Weke AGÎF, em bang li hemû hêzên pêşverû, şoreşger û antî faşîst dikin ku li hemberî vê êrîşkariya antî demokratîk a li dijî ATÎK'ê nerazîbûnên demokratîk nîşan bide û piştgiriyeke xurt bidin ATÎK'ê. Bijî piştevaniya şoreşgerî."

Piştî axaftinan, daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo şermezarkirina êrîşan bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

MANNHEIM

Li bajarê Mannheimê jî Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, êrîşa li dijî ATÎK'ê protesto kir. Di daxuyaniya duh êvarê saet di 18:00 hat dayîn de nûnerên ADHK, AGÎF, ATÎK, NAV-DEM, DÎDF amade bûn. Di daxuyaniyê de piştevaniya şoreşgerî hat destnîşankirin û pankarta bi nivîsa 'Em terora polîsan a li hemberî ATÎK şermezar dikin' hat vekirin. Her wiha ATÎK û AGÎF belavok belav kirin.