Bîlgen: Tirkiye bûye dewleteke mafya

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen işaret bi gefên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû kir û got, ev yek nîşan dide ku dewlet veguheriye dewleteke mafya.

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen li ser rojeva heyî li navenda giştî ya HDP'ê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Bîlgen got, tevî ku di ser hilbijartinê re hefteyek derbas bûye jî, mîna ku hîn hilbijartin dewam dike êrîş li partiyan tê kirin. Bîlgen wiha dewam kir: "Bêguman rewşeke normal e ku di dema hilbijartinê de partî hev rexne bikin. Lê belê hem yekser gef li Hevseroka me birêz Pervîn Bûldan hate xwarin, hem jî di qenalên televîzyonê de daxuyaniyên li dijî partiya me tên dayin. Em zanin ku bi referandûma 16'ê Nîsanê re Tirkiye bûye dewleta ji yek partiyê. Lê belê em bala xwe didin mesajên vê hefteya dawî hatine dayin; dibînin ku ne tenê bûye dewleteke ji yek partiyê, her wiha veguheriye dewleteke mafyayê. Ne mafê Wezîrê Karê Hundir e ku bêje em partiyeke siyasî ye yan na. Partiya me bi bername û rêziknameya xwe li Tirkiyeyê bi rengekî fermî hatiye qebûlkirin, tevlî hilbijartinan bûye û di asta destûrî de dixebite. Lê Soylû hîn pê de diçe û bi gotina 'Partiyeke bi navê HDP'ê nîne' hewl dide me krîmînalîze bike, me bike hedef."

'RÊ LI BER ÊRÎŞÊN NÛ VEDIKE'

Bîlgen destnîşan kir ku daxuyaniyên Soylû rê li ber êrîşên nû vedike û ji bûyerên ji niha û pê ve biqewimin wê Soylû berpirsyar be.

Bîlgen got, "Xwebixudandin û gefxwarin rêbaza wan a siyasetê ye" û wiha dewam kir: "Em ne berdestê kesî ne. Ne mafê kesî ye ku ji bo bibe wezîr me bike hedef."

Bîlgen da xuyakirin ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan divê tavilê navên wezîran eşkere bike û got, "Xuya ye hewes û bendewariya wezîrbûnê hinek kes dîn û har kiriye. Erk û wezîfeya xwe ji bîr kirine, li pey meqamê ketine. Ji niha û pê ve mûxatabê me Wezîrê Karên Hundir nîne. Eger tiştekî normal be ku rabe li hevseroka partiyekê bigere û gefê lê bixwe, ev tercîha wan e. Eger Serokwezîrekî vî wezîrî hebe, divê daxuyaniyekê bide."

WEZÎFEYA YSK'Ê ANÎ BI BÎR XIST

Bîlgen encamên hilbijartinê jî nirxand û diyar kir ku divê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) eşkere bike bê bi 142 belgeyên YSK'ê çend kesî deng dane. Bîlgen da xuyakirin ku wan li ser vê mijarê kar kirine û got, "Li gorî daneyên li ber destê me, dengekî zêde ber bi bajarên welê birine ku derfetên derxistina wekîlan li wê derê kêm bûn. Wezîfeya YSK'ê ye ku di vê mijarê de daxuyaniyê bide."

Bîlgen da xuyakirin ku li ser biryara yekkirin û guhertina cihê sindoqan hejmareke zelal nîne û di vê mijarê de fikarên cidî hene. Bîlgen got, "Li gorî daneyên li ber destê me, vê yekê bandor li 300 hezar dengdêrî kiriye."