Bîlgen: Tecrîda li Îmraliyê dewam dike

Bîlgen diyar kir, tecrîda li Îmraliyê dewam dike û got, "Nêzî 2,5 sal in hevdîtina bi malbatê û parêzeran re tê astengkirin. Divê em li ser mijarê kûr bibin."

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Bîlgen bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Çawa ku hiqûqek taybet ji bo şexsekî nabe, tecrîdkirina şexsekî jî nabe. Divê rewşeke ji rêzê neyê dîtin ku heta niha hevdîtin nehatiye kirin. Nêzî 2,5 sal in hevdîtina bi malbatê û parêzeran re tê astengkirin. Divê em li ser mijarê kûr bibin."

Bîlgen greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP'ê Leyla Guven bi bîr xist û got, "Em bi hurmetî nêzî îradeya wekîla xwe didin, biryar a wê ye. Lê belê em her şêweyên kiryarên kêfî, ne hiqûqî, ne însanî yên der barê tecrîdê red dikin."

Bîlgen anî ziman, ji bo aştiya Tirkiyeyê, ji bo polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Rojhilata Navîn divê gavên herî rast werin avêtin û got, "Gavên siyasî bêguman dikarin bên avêtin, lê beriya her tiştî guhertinên qanûnî û hiqûqî yên vê yekê divê. Nêzîkatiya însanî jî divê ji bo her kesî be."